Kampanya nûçegihaniya dildar di roja 2’an de ne
11:18
JINHA
AMED - Di çarçoveya kampanyaya "Nûçegihanên dildar" a ku OGC'ê ji bo piştevaniya saziyên çapemeniya azad a ku nûçegihanên wan hatine girtin daye destpêkirin de Hevseroka Odeya Tabîban a Amedê Semra Guzel li ajansa me ya JINHA'yê, Endamê Lijneya Rêveber a Odeya Tabîban a Amedê Murat Çap jî li DÎHA'yê dest bi nûçegihaniya dildar kirin.
Cemiyeta Rojnemergêren Azad (OGC) ji bo piştevaniya rojnemegêrên azad kampanya ‘Nûçegihanê dildar’ duh li Parqa Koşuyoluyê bi daxuyaniya çapêmeniyê dan destpêkirin. Di roja nûçegihaniya dildar de pêşî Dayikên Aştiyê li JINHA û DÎHA yê destpêkirin. Îro jî Hevsroka Odeya Tabîban a Amedê Semra Guneş li ajansa me JINHA û Endamê Lijneya Rêveberê Odaya Tabîban a Amedê Murat Çap li DÎHA’yê destbi nûçegihantiya dildar kirin.
Semra Guzel jî tevlî civîna rojevê ya li saet 08.00’an a JINHA'yê bû û nirxandina rojevê kir.
(dt/zt)