CRA yê qetilkirina rojnameger Wedat Hisên Elî şermezar kir

11:50

JINHA

AMED - Di derbarê qetilkirina Nûçegihanê ROJ Newsê yê Dihokê Wedat Hisên Elî de CRA daxuyaniyek da û got: "Nûçegihanê ROJ Newsê yê Dihokê Wedat HisênElî li mala xwe ya taxa Malta ji aliyê hinek kesên nenas ve hat revandin û cenazeyê wî li ser rêka sereke ya di navbera navçeya Simêlê û Dihokê de hat dîtin."

Cemiyeta Rojnamegerên Azad di derbarê êrîşên demên dawi ser çapemeniya azad zêde dibin û tayîbetî jî qetilkirina Nûçegihanê ROJ Newsê yê Dihokê Wedat Hisên Elî de daxuyaniyek nivîskî dan. CRA yê di daxuyaniyê de diyar kir ku rojnameger Wedat berê ji aliyê PDK'ê ve hatiye tehdîdkirin û wiha domand: "Li gorî daxuyaniya ROJ Newsê hat diyarkirin ku Wedat Hisên Elî gelek caran ji aliyê hêzên Parastina PDK'ê ve hatibû girtin û jêhatibûxwestin ku sîxûrtiyê bike. Lê Hisên Elî teklîfên bi vî awayî qebûlnekiribû. Ji ber vê sedemê gelek caran rastî gefan hatiye. Di demên dawî de zextên li ser çapemeniya azad bi her awayî zêde dibe. Li Bakur AKP bi dehan rojnamegeran binçav kirin û bi dehan rojnameger girtin. Li Rojava DAIŞ nûçegihanê Ronahî TV Mistefa Mehemed qetil kir.

Di daxuyaniyê de hat zanîn ku li her çar aliyên Kurdistanê zextên li ser rojnamegeran hemanin û wiha berdewam kir: "Li Başurê Kurdistanê jî îro Wedat Hisên Elî ji aliyê hêzên tarî ku tê îdiakirin hêzên PDK'ê ne ve hat qetilkirin. Ev jî nîşan dide ku AKP, DAIŞ û PDK li dijî çapemeniya azad dinava hev kariyê dene. Dixwazin birevandin, kuştin, binçavkirin, girtin û cezayan çavê çapemeniya azad bitirsînin û rastiyan bincilbikin. Lê heta niha bi sedan rojnamegerên çapemeniya azad hatin qetilkirin, bi sedan rojnameger hatin binçavkirin û bi dehan rojnamegerên kurd hatin girtin û rastî sedan sal ceza hatin. Dîsa jî rojnamegerên çapemeniya azad dest ji vê têkoşînê bernedan. Dest ji ronîkirina heqîqetê bernedan. Çapemeniya azad her ku rastî zext û zordariyan tê bêtir xwe rêxistin dike, bêtir xwe mezin dike.

CRA yê bang li rêveberiya PDK'ê kir ku kujerên Wedat ronî bikin û wiha dom kir: "Em wekî Cemîyeta Rojnamegerên Azad qetil kirina hempîşeyê xwe Wedat Hisên Elî şermezar dikin û bang li rêveberiya PDK'ê dikin ku bilezgîn kujerên Hisên Elî ronî bike. Em hemû hêzên kujer hişyar dikin û dibêjin demokrasî û heqîqetji her kesî re lazim e. Yên heqîqetê tarîbikin dêpêşiyawan jî tarî be."

(zt)