Jinên girtî di hucreyên şewitî de tên girtin

11:59

JINHA

ÎZMIR - Li Girtîgeha Jinan a Şakranê ya Îzmirê 9 girtiyên jin ên ji doza DHKP-C'ê di hucreyên şewitî de tên girtin.

Di 7'ê tebaxê de 9 girtiyên ji doza DHKP-C'ê yên li Girtîgeha Jinan a Şakranê ya Îzmirê diman, kuxûş û hucreyên lê diman dabûn ber agir. Jinên girtî di hucreyên şewitî de tên girtin û bêhna gaza karbonmonoksît dikişînin. Ji ber şewatê di hurceyan de kelûpelên saxlem nemane, parêzer Aycan Çîçek bi girtiyan re hevdîtin pêk anî û diyar kir ku rêveberiya girtîgehê bi vî şeklî tolê ji girtiyên jin distîne. Aycan aşkera kir ku alavên miwekîla wê Dîdem Akman bi tevahî şewitî ne û ev tişt got: "Ji ber ku ranza tune milwekîla min li erdê radizê."

Aycan piştrast kir ku îdareyê kelûpelên nû nedane miwekîla wê û wiha pêde çû: "Girtiyên di hucreyên şewitî de tên girtin terkî mirinê hatine kirin. Hemû ragihandinên wanên bi derve re hatine qutkirin." Aycan bilêv kir ku ji ber Dîdem Akman ji dûkelê jehrî bûye, ew rakirine revîrê û da zanîn ku bijîşk bi gotinên wekî 'Tu bixwazî ez dê ji wan re bêjim bila te bavêjin odeya sungerî' ji wan re dibêjin. Aycan da zanîn ku sewqa nexweşxaneyê ya Dîdem jî hatiye redkirin.

(dt/zt)