Ji nava kolanên Minbicê dengê ken û lîstikên zarokan

12:09

JINHA

MINBIC - Li Minbicê, piştî kelecan û kêfxweşiya rizgariyê, jiyan ber bi rengê xwe yê asayî ve diherike. Gelê Minbicê dikanên xwe vekirin û bi şadiyê dest bi pêvajoyeke nû kirin. Dengê kenê zarokan li hemû kolanên Minbicê tê bihîstin.

Jiyan li Minbicê bi rengê rizgariyê destpê dike. Piştî 73'ê rojan şereke dijwar di navbrera çeteyên DAIŞ’ê û şervanên azadiyê yên Meclîsa Leşkerî ya Minbicê de, navenda bajar û gundewarên wê hatin rizgarkirin. Di encama vî şerî de hejmareke pir gelên sivîl berê xwe dan cihên ewle yên di bin kontrola şervanên Meclîsa Leşkerî ya Minbicê de. Niha jî piştî azadiya bajar, gelên ku ji bajar derneketibûn, an jî nêzîk Minbicê bûn, vegerîn û dest bi jiyaneke asayî bêyî deng û bandora şer kirin.

Dikanên Minbicê hatin vekirin û gel bi ewlehî dikare pêdiviyên xwe temîn bike. herwiha ji kolanên Minbicê dengê ken û lîstokên zarokan bilind dibe. Jin bi rehetî li kolanan digerin. Di demeke nêz de tê payîn ku gel bi tevahî vegere û jiyana xwe ji nû ve saz bike.

(rê/zt)