Jinên Kobanê li hemberi tecrîdê li ser piyanin
12:18
JINHA
KOBANÊ –Jinên Kobanê tecrîda şidandî ya li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan berdewam dike, bi daxuyaniyekê şermezar kirin.
Jinên Kantona Kobanê ji bo tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan tê meşandin, daxuyaniyeke dan. Di daxuyaniya li ber navenda Mala Jinê hate dayîn de, hijmarek pir jin beşdarî kirin. Daxuyanî ji hêla endama Mala Jinê Zozan Xelîl ve hate xwendin. Zozanê got: "Di sala 1999'an de dijminên me, dixwestin bi komploya navnetewî, şoreşa Kurdistanê bifetisîne û doza gelê Kurd careke din binbixin. Lê Serok Apo bi fikir û ramanên xwe şoreşa gel û ramanê lidar xist. Bi taybet ji bo tevahiya jinan çirûska şoreşa jinê pêşxist."
Zozanê da zanîn ku heya tecrîd berdewam bike dê li kolanan bin û wiha dom kir "Em wek jin îro bi saya ramanên Rêber Apo pêşdikevin. Em kiryarên dewleta Tirk ku mafên hûquqî yê hevdîtina bi Rêberê me re biriye, şermezar dikin. Ji dîroka 5'ê Nîsana sala borî heya niha tu agahî derbarê Rêberê me de nayên girtin û tecrîdeke şidantî berdewam dike. Em wek jin dibêjin êdî asta tehemûla me nemaye. Li hember komployê, tecrîdê, em ê heya azadiya Rêberê xwe têkoşîn bikin. Em bi munasebeta salvegera pêngava 15'ê Tebaxê jî vê rojê di serî de li Rêber Apo û şehîdan, dayîkên şehîdan pîroz dikin."
Daxuyanî bi dûruşmeya “Bijî RêberApo” û “Jin Jiyan Azadî” dawîbû.
(ze/en/zt)