Li Qamişlo merasîma şervanên Minbicê
13:20
JINHA
QAMIŞLO - Şervanên Meclîsa Leşkerî ya Minbicê ku di Hemleya Fermandar Feysel Ebû Leyla de jiyana xwe ji dest dabûn, bi merasîmeke girseyî li goristana Şehîd Delîl Sarûxan hatin oxirkirin.
14 Şervanên di Hamleya Fermandar Feysel Ebû Leyla de jiyana xwe ji dest dan, bi merasîmekê spartin axê. Gel bi dûruşmeyên 'Şehîd Namirin' bi awayeke girseyî herikîn Goristana Şehîd Delîl Sarûxan. Girseyê cenazeyên 14 şervanan li ser milê xwe anîn cihê merasîmê. Di serî de ji hêla endamên Asayişa Gel ve ji bo cangoriyan merasîma leşkeri hate lidarxistin. paşê axaftin hatin kirin.
Hevseroka Kantona Cizîrê Heyfa Erebo di despêkê de ji malbatên şervanan re sersaxî xwest û got: "Bi têkoşîna van şehîdan îro Minbic azade. Têkoşîna li Minbicê hate meşandin pir zehmetiyên wê hebû, pir şervanên azadiyê şehîdbûn. Lê belê rizgarkirina Minbicê gaveke mezine ji bo azadiya tevahiya Kurdistanê. Daxwaza van şehîdan rizgarkirina Minbicêbû ku ev jî pêk hat. Em li ser xeta şehîdan bimeşin heta dawiyê. Serkftinên mezin li Rojava çêdibin, wê her dewam bikin. Dubare ez rizgarkirina Minbicê li gel û şehîdan pîroz dikim."
Endamê Saziya Malbatên Şehîdan Mehsûm Hesen jî wiha axivî: "Bi hezar kes soza xwe bi şehîdan re nû dikin. Di vê pêvajoyê de rewşa Rêber Apo jî li holê ye. Em bang li saziyên mafê mirovan dikin ku dengê gelê Kurd bibihîzin û ji bo dawîkirina tecrîda li ser Rêber Apo bikevin nav tevgerê."
Di dawî de yek bi yek navên şervanan hate xwendin û bawernameyên wan dane malbatan. Dayîkan bi tîlîlî û dûruşmeya 'Ey Şehîd rêya te rêya me ye' piştgiriya malbatan kirin. paşê şervan sipartin axê.
(cg/rh/zt)