‘Bila giyana Fermandar Ebû Leyla şad be êdî Minbic azad e’

13:40

JINHA

HESEKÊ – Li Hesekê çalakiyên rizgariya Minbicê bi civînên gel berdewam dike. Jinên Hesekê kêfxweşiya xwe ya azadiya Minbicê anîn ziman û gotin: “Bila giyanê Fermandar Ebû Leyla şad be êdî Minbic azad e.”

Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) ê bi civînekê rizgarkirina Minbicê pîroz kir. Di civînê de hate gotin bi rizgarkirina Minbicê re planên dewleta Tirk têkçûn û azadiya Ocalan nêzîk bûye. Civîn bi pêşengiya jinan û beşdarbûna sedan welatiyan, endamên SMŞ û endamên Saziya Civaka Sivîl, li salona Silko ya taxa Xişman hat lidarxistin.

Di Civîna birêzgirtinê destpê kir de Endamê Rêveberiya TEV-DEM'ê Bedran Çiya Kurd axivî û rizgarkirina Minbicê li tevahî gelên Rojava, dayik û malbatên şervanan pîroz kir. Bedran ji bo serkeftinên ku şevanên Meclîsa Leşkerî ya Minbicê bidest xistine jî got: "Ev serkeftin bi ked û xwîna şehîdan pêk hatiye, divê em xwedî lê derkevin."

Bedran balkişand ser tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û wiha domand: "Dewleta Tirk texmîn dike ku bi vê siyaseta xwe wê gelê Kurd û hemû kesên azadîxwaz ji ramanê Rêbertî dûr bixin. Wê tu kes nikaribe felsefeya Ocalan asteng bike. Ji ber ku xwediyê projeya demokrasî û azadiya tevahî mirovahiyê ye."

Jinên beşdarî civînêbûn jî derbarê rizgarkirina bajarê Minbicê de kêfxweşiyên xwe bi ajansa me re par kirin.
Jina bi navê Îlham Hisên got: "Ne ji ked û berxwedana mezin a şervanan bûya, dê tucarî Minbic bi ser neketibûya. Em gelek kêfxweşin bi rizgarkirina Minbicê. Ez serkeftina Minbicê li dayikên şehîdan û Rêber Ocalan, şervanên ku di eniyên şer de li berxwe didin, pîroz dikim. Li her deverê şahiyên pîrozbahiyê têne lidarxistin. Bila her kes bizanibe ku em hêza herî xurtin di Rojhilata Navîn de. wê kêfxweşiya me bi azadiya Rêber Ocalan temam bibe."

Edla Ehmed jî rizgarkirina Minbicê li tevahî gelê Rojava û Bakûrê Sûriyeyê, Malbata fermandar Feysel Ebû Leyla û Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan pîroz kir û got: "Dema me agahiyên rizgarkirina Minbicê bihîst, em gelek kêfxweş bûn, hestên kêfxweşiyê rastî nayê wesifandin. Ez peyamekê ji şehîd Feysel Ebû Leyla re dişînim, dibêjim ku bila dilê te şad bibe, daxwaza te gihîşt armanca xwe , vaye îro Minbic rizgar bûye."

(ee/zt)