Kongreya Star pêngava 15'ê Tebaxê pîroz kir
13:53
JINHA
QAMIŞLO – Kordînasyona Kongreya Star bi daxuyaniyeke nivîskî pêngava 15'ê Tebaxê pîroz kir û got: “Em wek Kongra Star 15'ê Tebaxê di serî de li Rêber Apo, tevahiya şervanên Hêzên Parastinê, li gelê xwe û jinan pîroz dikin."
Kordînasyona Kongreya Star bi daxuyaniyeke nivîskî pêngava 15'ê Tebaxê pîroz kir. Daxuyanî wihaye; "Gelê Kurd cara yekem di bin rêbertiya PKK'ê de bi rengeke rêxistin kirî di dîroka Kurdistanê de, dest bi şerê çekdarî kir. Di sala 1984'an de pêngava 15'ê Tabaxê hate avêtin û gelê Kurd cara yekem ji bo ku xwe ji asîmîlasyon, bindestî û zordestiya sîstema deshilat xilas bike, bi vê heybetê têkşîn da meşandin.
Daxuyaniyê wiha berdewam kir: “Di pêvajoya ku pêngava 15'ê Tebaxê hate avêtin de gelek zorî û zehmetî hatin kişandin. Derfetên wê demê kêmbûn, tenê yek tişt hebû ew jî îrade û baweriya ku 'em ê di tekoşîna rizgariya gel de biser bikevin' hebû. Ev beweriya ku di keseyata Fermandar Egîd û hemû rêhevalên wî de geşbû, têkoşîna çekdarî birengeke serkeftî gihande roja me ya îro.Tevgera Azadiya Kurdistanê bişerê çêkdarî ku bi hejmareke gelek biçûk destpê kir, niha gihîştye astekê ku li her çar aliyên Kurdistanê xwe birêxistinkiriye û her roj gavên dîrokî di avêje."
Daxuyanî wiha didome: "Ev pêvajoya dirêj ya tekoşîna çekdarî bi sedan fermandarên dîrokî wek Şehîd Harun, Erdal, Adil, Bêrîtan, Sorxwîn, Viyan, Nuda, Azad, Xebat, Arîn, Gelhat û bi hezaran şehîden ku heya nefesa xwe ya dawiyê bi lehengî tekoşîn dan. Ev mîrateya ku bi keda şehîdan hat avakirin gelê kurd gihand hêza ku xwe bi xwe biparêze, yani şerê gel ê şoreşgerî ku Rêber Apo di salên destpêka şoreşa PKK'ê de plan kiribû, niha bi pêşengiya YPS, YPJ-JIN şerê gel ê şoreşgerî her diçe berfereh dibe. Bi dehan şehîd dipêvajoya şerê gelê şoreşgerî de pêşengî kirin wek Mehmed Tunç, Sêvê, Fatma.
Di pêvajoya şoreşa Rojava de gelê Kurd li Rojava bi rola xwe parastinê di asta herî jor de xwe rêxistinkiriye. Herî dawiye Hemla rizgarkirina Minbicê ku bi serkeftî encam bû, wetaya wê ewe ku hemû hemleyan ku hezên parastinê wê dixeta 15 Tabaxê de bin biserdikevin û ev nîşan dide ruhê 15'ê Tebaxê wê her zindî be.
Li ser vê bingehê em wek Kongra Star 15'ê Tebaxê di serî de li Rêber Apo, tevahiya şervanên Hêzên Parastinê, li gelê xwe û jinan pîroz dikin."
(kom/zt)