Îlham Ehmed li hember tecrîdê banga seferberiyê kir

16:29

JINHA

QAMIŞLO –Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) rêzecivînên ku bi armanca ragihandina rewşa dawî ya li herêmê ji gel re, li gund û bajarên Kantona Cizîrê didomîne. TEV-DEM?ê duh li gundê Girbawî yê girêdayî bajarê Qamişlo civînek li dar xist. Di civînê de, Hevseroka MSD?ê Îlham Ehmed û bi sedan şêniyên gund amade bûn. Piştî deqeya rêzgirtinê, Hevseroka MSD?ê Îlham Ehmed rizgarkirina Minbicê pîroz kir û diyar kir ku ev gava yekemîn ji bo yekîtiya herêmên Rojava ye û hiwa dewam kir: ”Bi rizgarkirina me girêka yekemîn a aloziya Sûriyeyê vekir. Ev gaveke girîng e ji bo ragihandina Federaliyê û rê li pêşiya yekîtiya hersê Kantonên Rojava vekir.

‘Federalî çareserî ye’

Îlham girîngiya ragihandina Sîstema Federal li Sûriyeyê wiha nirxand:” Em wek pêkhateyên herêmê di vê pêvajoyê de dibînin ku Sîstema Federal çareseriya aloziya Sûriyeyê ye. Projeya ku çavkaniya wê vîna gelê Sûriyeyê be, wê pêvajoya herî serkeftî be.Îlham destnîşan kir ku hewldana darbeya leşkerî li Tirkiyeyê yek ji lîstokên dewleta Tirk bû û wiha axivî:” Şaştiyên ku dewleta Tirk di siyasta xwe ya hundirîn û derve de dike û destûrdayîna wê ku komên çete derbasî Sûriyeyê û Ewrûpa bibin, sedema darbeyê bûn. Eger ku terzê siyasta xwe dewam, dê di demên pêş de darbeyên din pêk bên.”

Îlham da zanîn ku hikûmeta AKP?ê hewl dide îdamê di destûra dewletê de bi cih bike û wiha domand: “Ev yek çavkaniya xwe ji nakokiyên di navbera Tirkiyeyê û Ewrûpa piştî kiryarên dewleta Tirk derheqê gel û saziyan piştî hewldana darbeyê digire. Aramanca AKP?ê ji aktîfkirina qanûna Îdamê ew e ku dîsa Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bidarizîne û di heqê wî de, biryara îdamê bide.” Îlham metirsiyên vê biryara vegot û bang li gelê kurd kir ku seferber bibin û ji bo azadiya Ocalan dakevin qadan
Piştî ku Hevseroka MSD?ê axaftina xwe bi dawî kir, bersiva pirsên beşdaran da.

(zt)