ROJEVA 15'Ê TEBAXA 2016'AN A NAVENDA NÛÇEYAN
09:00
*Jinên êzidî ku li Wergeha Fidanlikê dimînin, di wergehê de ji bo xwe bexçeya sebzeyan dane çêkirin û rojên xwe di baxçeyê de derbas dikin. Jinên êzidî diyar kirin ku mijûl kirina bexçeyê êşa wan dide jibîrkirin.
*Ji ber hovîtiya çeteyên DAIŞ'ê ji Minbicê sê jinên Ereb ku xwişkê hevin tevlî nava refên YPJ'ê bûn. Jinan gotin, "Em sê xwişk bi hev re tevlî bûn, lê ez dibejim divê hemû Minbic ji bo îradeya xwe û azadiya xwe divê tevlî têkoşînê bibe."
*Fermandara YJŞ’ê Yekbûn Basre li ser giringiya 15’ê Tebaxê û ji wê demê heya niha guherînên çêbûne nirxand û got: “Em ê bi giyana 15’ê Tebaxê serkevin.”
*‘Qanûna Torbe’ ya rê li ber tayînkirina kayyuma şaredariyan vedike û hemû rayeyan di destê wezareta karê hundir deberhev dike, di komîsyonên binî de derbas bûn. Wekîla seroka Koma HDP’ê Çaglar Demîrelê diyarkir ku ev pêşnûme li dijî xespkirina îradeya gele û wiha got: “Em hikûmetê hişyar dikin. Ger hun her qada ku gel lê dijî xesp bikin, wê ev şûnde vegerin we.”
*Di rewşa ku li ser Geliyê Munzurê bendav, HES û projeya lêgerîla zêrê bi siyonur bikeve jiyanê wê 60 gund û 42 hezar hektar qad tine bibe. Ronahiya 11 salî jî bang kir ku bila destur ji bo nexweşikbûna Munzurê neyê dayîn.