‘Em jî dixwazin wek YPJ’ê bi rexistin bibin û axa xwe bi parêzin’
09:02
Denîz Yeşîlyurt/JINHA
MINBIC- Şervanên jin yên Mînbîcî diyar kirin ku ew zilma DAIŞ’ê ku li jinan kirin tu car jibîr nakin û ew dixwazin wek jinên YPJ’ê xwe bi rexistin bikin û welatê xwe bi parêzin.
Hamleya azadkirina Mînbîcê ku di 1’ê hezîranê destpêkir pişt re, navê operasyona Fermandar Faysal Ebû Leyla berdewam kir. Mînbîc piştî 73’ê rojan hat azadkirin û her diçe jin tevlî şervanên meclîsa Mînbîcê dibin. Ji Meclîsa Leşkeri ya Mînbîcê Xaliya diyar kir ku her çiqas gundê Mînbîcê azad dibin xwestêka jinan ya tevlî şervanên meclîsê zêdetir dibe û 150 jin tevlî meclîsê bûn.
'Em pêkanînên DAÎŞ’ê ya li jinan kirin jibîr nakin’
Şervanên tevlî azadkirina Mînbîcê bûn sedema tevlîbûna xwe ji ajansa me re vegotin.Reyhanê got ku ji dema şervanên meclîsa Mînbîcê, Mînbîc azad kirin ew tevlî meclîsê bûyê û wiha berdewam kir: “Jiyana me li Mînbîcê baş derbas dibû. Piştî ku çeteyên DAIŞ’ê Mînbîc dagir kir jiyana me wek dojehê bû. Dema DAIŞ hat Minbicê êdî serê jinan jêdikirin û îşkence li mirovan dikirin. DAIŞ’ê jin neçar kirin ku carşêfa reş li xwe bikin û yê ku çarşef li xwe nedikir rastî ledana qamçiya dihat. Alaqa DAIŞ’ê bi olê teinebû. DAÎŞ bê ahlaq û bê wijdan bû. Ji bo vê em dixwazin li hember wan têkoşîn bikin. Em kirinên DAIŞ’ê li jinan tu car jibîr nakin. Em dixwazin wek şervanê YPJ xwe bi rexistin bikin û welatê xwe bi parêzin. “
'Ez wek nû hatime dinê’
Arya Azad a Mînbîcî bi lêv kir ku heya çeteyên DAIŞ’ê axa Mînbîcê dagir nekiribû Kurd, Ereb û Turkmên bi hev re jiyan dikirin. Arya: “Em hemû bi hev re diçûn pîrozbahiya û me cilên reng reng li xwe dikirin. Piştî çeteyên DAIŞ’ê hatin qedexeya destpê kir û DAIŞ’ê jin dan zorê, êdî hemû jina çarşefê reş li xwe kirin. Piştî we jinan nikarîbû rehet derbikevin ji dervê. Em li êdî pişt Meclîsa Şervanê Minbicê ne, jiyan wiha çiqas xwêş e. Em dixwazin li vir xwe bi rexistin bikin. Wek ku ez nû hati bim dinê û ez pir kêyfxweşim.”
(dt/hu)