Ji Minbicê jinên Ereb û Tirkmen berê xwe didin refên YPJ'ê
09:12
Civîn Girbawî-Gulan Botan /JINHA
QAMIŞLO- Ji ber hovîtiya çeteyên DAIŞ'ê ji Minbicê sê jinên Ereb, Turkmen ku xwişkê hevin tevlî nava refên YPJ'ê bûn. Jinan gotin, "Em sê xwişk bi hev re tevlî bûn, lê ez dibejim divê hemû Minbic ji bo îradeya xwe û azadiya xwe divê tevlî têkoşînê bibe."
Piştî demeke dirêj zordestî û xofa giran a çeteyên DAIŞ'ê, bi serkeftina Hemleya Şehîd û Fermandar Feysel Ebû Leyla re, jiyaneke nû li Minbicê destpê dike. Bi dehan jinên Kurd, Ereb û Tirkmen ên Minbicî berê xwe didin refên têkoşînê û tevlî YPJ'ê dibin. Ew nema dixwazin bêparastin û bêçare bimînin. Şervanên ku tevlî YPJ'ê bûne heviyên xwe ji bi mere parve kirin. Berfîn Qehreman diyar kir ku ew ê heya dawî ji bo tol girtinê dê têbikoşin û wiha got, "Piştî Meclîsa Leşkerî ya Minbicê taxê me rizgar kir, min xwest ez tevlî nava refên azadiyê bibim. Lewre ez beşdarî YPJ'ê bûm. Ji bo ez xwe û welatê xwe rizgar bikim li himber DAIŞ'ê, ez bi xwîşkên xwe re tevlî bûm.
'Ji bo civakek azad û wekhev em tevlî YPJ'ê bûn'
Berfînê anî ziman ku ew dixwaze gel û malbata xwe ji îşkenceya DAIŞ'ê rizgar bike û wiha domand, "Ez bang li hemû keç û ciwanên Minbicê dikim, dibêjim hemû werin tevlî YPJ- YPG û QSD'ê bibin ku em bikaribin welatê xwe ji çeteyên DAIŞ'ê rizgar bikin. Çeteyên DAIŞ'ê serê mirovan jêdikin, êrîşe me dikirin û cilên reş li me dikirin. Ji bo civakek azad û wekhev, em tevlî YPJ'ê bûn, bila herkes jî tevlî bibe, xwe û welatê xwe rizgar bike."
'Kêliyek beriya kêliyekê em civakê ji DAIŞ'ê rizgar bikin'
Buharîn Viyan jî wiha axivî, "Em sê xwişk bi hev re tevlî bûn, lê ez dibejim divê hemû Minbic ji bo îradeya xwe û azadiya xwe tevlî têkoşînê bibe. Bangewaziya min ji hemû keç û xortên Minbicê re ew e ku êdî bila serê xwe ji zilmê re netewînin. Ji ber ku rêya rast ji bo azadiya gelên Minbicê hêzên azadîxwaz wek YPJ- YPG-QSD ye. Divê em tola mirovên bêsûç ji aliyê çeteyên DAIŞ'ê ve hatin kuştin bigirin. Pêwîst e kêliyek ji kêliyekê zûtir em civaka xwe ji zilma DAIŞ'ê rizgar bikin. Jinên ku li hember wan derdiketin bi hefteyan dixistin zindanan, piştre jî cezayê komkirina zeytûnan didan wan. Ji ber vê jî ez dixwazim hemû jinan rizgar bikim."
'Me azadiya xwe û gelên Minbicê li vir dît'
Jina Turkmen Arîn Aseliye jî bi lêv kir ku divê ji bo civakek azad qadên azad bên avakirin û wiha got, "Ji bo civakeke azad divê em qadên azad avabikin. Ji bo vê yekê jî pêwîste hemû kesên ku dikarin di çeperan de cihê xwe bigirin, pêwîste werin. Piştî gav bi gav rizgarkirina Minbicê, ez û xwîşka xwe jî bi alîkariya Meclîsa Leşkerî ya Minbicê tevlî bûn. Me azadiya xwe û gelên Minbicê li vir dît. Em ê tola mirovên bêtewan hatin kuştin, bistînin. Em dixwazin bi perwerdeya birdozî û leşkerî ku me li vir girt, derbasî saheya şer bibin û li dijî çeteyan şer bikin."
'Welatê min çiqas azad be, ez ê ewqas xweşik bibim'
Şervana Ereb Aryen Cudî di derbarê xwestek û tevlîbûna xwe de wiha axivî, "Ez bi xwesteke pir mezin tevlî YPJ'ê bûm. Lê belê malbata min nizane ez tevlî bûme, ji ber li gor civaka me jin nikare çek bigire xwe û welatê xwe biparêze. Ez tevlî bûm, ji ber nema tehemûla min ji bindestiye re ma. DAIŞ mala me xirab kir û cilên reş li ser jinan ferz kirin. Keçên gundê me bi pereyan dikirîn. Zewacên bê exlaq dikirin. Ruxmî dayîk û bavê min nexweş jî bûn, çeteyên DAIŞ'ê nedihiştin ez ji wan re derman bînim. Pir êrîşên hovane li ser me pêk dianîn. Ez tevlî YPJ'ê bûm ji ber ku ez dixwazim azad bibim û gelê xwe malbata xwe azad bikim. Ez bawer dikim ku em ê demeke pir nêz hemû gelê herêmê rizgar bikin. Gelek hevalên min hene ku dixwazin werin tevlî YPJ'ê bibin lê hîna rê nedîtine. Bi tevlîbûna min a YPJ'ê re, min reya rast dît û baweriya min wek jinekê mezintir bû. Êdî ez dizanim welatê min çiqas azad be, ez ê ewqas xweşik bibim. Ez banga li gelê Minbicê û ji herdu birayên xwe re dikim ku werin tevlî têkoşînê bibin. Ji ber ku rastiya ku me ji bindestiyê xilas bike ev rêye ye."
Ji jinên Ereb Sarîna Minbic jî got, "Bi alîkariya Meclîsa Eskerî a Minbice em tevlî YPJ bun. Em dixazin Minbice ji zilma DAÎŞ rizgar bikin. Ji ber ku çeteyên DAİŞ'e gelek îşkence bi gel dike ji jinar re jî dibejê cilên reş li xwe bike. Li ser navê ola misilmana gelek tiştên xirab dikirin. Bangawaziya min ew e ku hemu kesên dikarin şer bikin werin cihe xwe di nav YPJ'ê û YPG'ê de bigrin."
Sarya Azad anî ziman ku ligel xweşka xwe tevlî YPJ'ê bûye û wiha pêde çû, "Em dixwazin tola gelê Minbicê rakin û jinan biparêzin. Çeteyên DAIŞ'ê ewqas zalim in, ku dikarin nan jî li ser me qut bikin. Bi rojan em bê nan dihiştin. Em dixwazin herêmê û hemû jinan azad bikin ji zilma çeteyên DAIŞ'ê. Dîsa bang li hemû Minbiciyan û jinên wir dikim bila werin cihê xwe di nav xeta parastinê de bigirin. Xwe û gelê xwe azad bikin."
'Nema tehemûla min ji bindestiyê re ma'
(rc)