Fermandar Yekbûn: Em ê bi giyana 15'ê Tebaxê serkevin

09:43

Hewlêr Şahîn/JINHA

ŞENGAL - Fermandara YJŞ'ê Yekbûn Basre li ser giringiya 15'ê Tebaxê û ji wê demê heya niha guherînên çêbûne nirxand û got: "Em ê bi giyana 15'ê Tebaxê serkevin."

Fermandara Yekîneyên Jinên Şengalê (YJŞ) ê Yekbûn Basre 15'ê Tebaxê û ji wê demê heya niha gunerînên çêbûne nirxand. Yekbûn diyar kir ku Fermandar Egîd ji bo wan xeta şer nîşandaye û wiha domand: "Ez salvegera pêngava 15'ê Tebaxê di serî de li Rêber Apo û hemû gelê gelê kurd pîroz dikim. Fermandar Rêheval Egîd ji bo me xeta şer avakir. Heya niha em li ser wê mirasî têkoşîn didin. Em di kesayeta wî de hemu Şehîdan bi rêzdarî bibîrtînin û bejina xwe li ber biranina wan di tewînin."
Yekbûn da zanîn ku bi 15'ê Tebaxê re qedera weke çarenusa gelan hatî ferzkirin hat guhertin û wiha pêde çu: "Dema ku mirov pêvejoya pêngava 15'ê Tebaxê binirxîne demek wehabu gel tune dihat hesibandin. Li Bakurê Kurdistan û Tirkiyê kurd tune dihat hesibandin. Li ser tevahiya gelan kemalizim dihat ferzkirin. Bi darbeya 12 Îlonê re, kuştin, binçavkirin û girtin bê hesab dihatin kirin. Li henber van êrişan despêkirina pêngava 15'ê Tebaxê ji bo gelan hêviya azadiyêbû. Bi teybet bersiva herî mezinbu zilm û îşkenceya li zindana Amedê ser hevalên me dihat meşandin. Berxwedana hevalên wek heval Mazlum, Kemalan, Xeyriyan ji van êrîşan re bun bersivek herî mezin. Ev berxwedani hemû gihan hev bi xwe re rihek netewî da ava kirin û êrişên dijimin lewaz kirin."

Yekbûn bilêv kir ku ew 15'ê Tebaxê weke roja vejînê binav dikin û wiha axivî: "Dema ku em behsa teqandina guleya 15'ê Tebaxê dikin, weke pêvajoyek nû ya rizgariya gelan em digirin dest. Ji ber ev pêngav li hember qirkirin, bişaftin û tinehesibandina ser gelê me dihat ferzkirin bersivbû. Ji bo tolrakirina gelê me pêngavek nûbû. Di nav gelê kurd de bandorek xwe yê mezin di aliyê civakî, leşkeri, siyasî û fikrî de daçêkirin. Di aliyê gele kurd de ji bo avakirina şoreşê gavên mezin hatin avêtin. Em dikarin bêjin di aliyê civakê de guhertin û veguhertinên mezin daçêkirin.

'Tekoşînek jin di nav debe ew tekoşîn bi serdikeve'

Yekbûn bi pêngava 15'ê Tebaxê re di nava civaka Kurd û jinên Kurd de çi guhertin hatiye çêkirin jî wiha anî ziman: "Bi teybet ev pêngav ji bo gelê kurd çi bi xwe re ani? Birastî mirov dikare vê pêngavê ji bo jina kurd û jinên cîhanê wiha binirxîne. Ji bo jinê şoreş e. Ji bo ku jin li xwe û azadiya xwe bigere. Ji bo ku li peyî şopên dayîka xudawend bigere û wan bermayên wê yên dîroka deshilatiya mêran dibin sîbera xwe de hêlayî carekdin jindarbike şansek mezine. Dema ku em li despêkirin vê şoreşa 15'ê Tebaxê meyze bikin gelek kesayetên ku ji vê şoreşê re bun pêşeng hebun. Minak her roj derbas dibu ev tekoşîn mezintir dibu. Pêşengê vê şoreşê ji Sareyan, Viyanan, Şîrîn û Arînan kirin. Em dikarin bêjin yê herî zêde di vê şoreşê de rolê xwe leystine di nav şoreşan de şoreş dane ava kirin jinin."
'Em bi giyana Sarayan û cesareta Egîdan xwe rêxistin dikin'

Yekbûn destnîşan kir ku pêwîstiya gelê Êzidî ji nan û avê zêdetir bi rêxistinbûnê heye û wiha domand: "Gelê me di fermanek giran re derbasbu û êşên mezin jiyan kirin. Hîna jî birînên wan nune weke roja despêkê ye. Lê disa kî bi hewara vî gelî ve hatin, ewên ku bingehê vê pêngavê avêtibun û ji bo gelan tekoşin dabun ava kirin disa ew hatibu bi hewara Şengalê ve. Ez dikarim vê yekê bêjim em îro li vir bi cesareta Egîdan û rihê rêhevala Sareyan yê berxwedêr li vir tekoşin didin meşandin."
'Civakeka rêxistina wê nebe bi hemu êrişan re ru bi ru dimine'
Yekbun êrîşa di 14'ê Tebaxa sala 2007'an de li ser gelê Êzidî hatî kirin jî bibîrxist û wiha berdewam kir: "Di 14'ê Tebaxa sala 2007'an de êrîşek qirkirinê dîsa li henberî gelê me yê Êzidî kirin. Li gundê Sibe û Tilazêr komkujî kirin. Dîsan piştî fermanek ewqas giran di 15'ê Tebaxa sala 2014'an de li gunê Koçu êrîş pêk hatin. Di van êrîşan de gelek welatî hatin qetil kirin. Ez wan hemuyan bi birtînim û bejina xwe li ber wan di tewinim. Ji bo tolrakirina wan ji van êrişan re buyina bersiv her roj derbas bibe em ê xwe di hemu aliyan de xurt bikin. Wê her kêliyên jiyanê ji bo me bibe dema tekoşîna tolrakirina wan. Tolhildana wan dê ji bo me bibe wek sondekê. Di dawî de dixwezim viya bêjim em wek gelên Rojhilata Navîn em di serdemek welê de jiyan dikin pêwistiya me bi rihê 15'ê Tebaxê heye. Pêwiste ku em bi wî rihi tevbigerin û xwedî li vê tekoşinê derkevin."

Yekbûn bilêv kir ku ew ê bi giyana 15'ê Tebaxê bigihin zirveyê û wiha dom kir: "Ev vejina ku di 15'ê Tebaxê de despê kirbu pêwiste em bigihinin zirveya herî jor. Em vê yekê bikin gava serkeftinê, ev serkeftin ji wê bi rihê 15'ê Tebaxê çêbibe. Banga min ji bo hemu gelê me yê herçar aliyê Kurdistan û dervey Kurdistanê bi teybet gelê me yê Êzidî heye îro dem dema berxwedanê ye. Rêber Apo em hînî berxwedanê kirin. Ev demeke em ti agahî ji Rêbertiya xwe nagirin. Ev yek di me de fikarên cuda dide avakirin. Ji bo em Rêberê xwe azad bikin li ser erdnîgariyek azad jiyan bikin pêwistî bi tekoşînekî xurt heye. Dema ku yekîtî û tekoşîna me hemuyan yekbe em ê bi hemu awayan bi serkevin. Ev armanca me ye serkeye. Carek din ez vê cejina vejinê li Rêber Apo û hemû gelê me yên di qadan de li berxwe dide hevalê di zindanan de berxwedana rumetê didin maşandin û şervanên di çeperan de pîroz dikim. Ez ji we hemuyan re serkeftin dixwezim yan jiyanek azadi yan jî mirinek bi rumet dervey vê wekdin ti çarenusa me nîne.

(zt)