Neslîhanê bi têkoşîna rêxistinkirî jiyana xwe didomîne

10:20

Pîroz Zirig / JINHA

HATAY-Neslîhan Atahan piştî ji hevjînê xwe veqetiya rastî tundiya malbat û civakê hat bi têkoşînêk rexistinî jiyan dîsa hûnand. Neslîhanê got: “Eger jinek bibêjê ez tenê li ser piyama bila bizanibe ne hêza jinek tenêyê piştgiriya jinan hemûyane.”

Neslîhan Atahab (30) di zewicandina xwe de her tim rastî şîddeta hevjînê xwe tê û piştî ji hevjînê xwe veqetiya jî rastî tundiya civak û malbatê tê. Lê Neslîhan dîsa ber xwe dide û jiyana nû dihûne. Neslîhana dayika zarokekiyê, piştî ji hevjînê xwe vediqete rastî gefên malbat û hevjînê xwe tê got: “Dilê min dişewite, yên ku dilê min şewitandin bi hêz bûn û ez her tim dihatim bêdeng kirin.” Neslîhanê diyar kir ku ew ji pergala jinê hêrs bûye û êşên ku jin dijîn hemû ji ber siyaseta li vî welatî tê jiyan kirin û civakê ye. Neslîhanê da zanîn ku ji ber vê berê xwe dayê têkoşîna rexistina jinan û Neslîhan bi rexistinê bi hêztir bûye.

'Pêwistiya civakê bi tedawiyê heyê’

Neslîhanê bi lêv kir ku ew ji ber dest ji hevjînê xwe berdaye ne poşmane û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Ji bo ez rastî tacizê hatim min tedawiya piskojîk dît. Min ev tedawî ne ji bo xwe, min civak dît û min tedawiya xwe di nivî de qut kir. Ji aliyêkî ve ez kedkara zeviya me û ji aliyê din ve ez ji bo azadiya jinê têdikoşim.”

'Ji bo em di zanebûna jinêde ne em bi hêzin’

Neslîhanê bi lêv kir ku piştî wê di nava têkoşîna rexistinî de cih girtiyê tundiye dewletê zêdetir bûye. Neslîhanê dest nîşan kir ku tundî li ser zêdetir hêzê didinê û wiha axatina xwe ber dawî bir: “Eger jinek bi tenê bibêjê ez li ser piyamê bizaniba ne hêza jinek tenêyê piştgiriya jinan hemûya yê. Dema ji gihişt zanebûna zeyêndî we demê hîn bi hêztire.”

(pz/dt-hu)