'Em ê hesabê jinên di destê DAIŞ'ê de ji PDK'ê bixwazin'

10:32

JINHA

ŞENGAL - Jinên Şengalê ser komkujiya gundê Koço wiha axivîn: "Heke çekên me hebûna em ne direviyan û me yê şerê xwe kiriba. Hêzên leşkeri hebûn lê em ne parastin û berya me reviyan. Dema em jî reviyan û me xwestî em xwe xilas bikin, li ser rêka Dihok ê ser avê pêşmergeyan em gulebaran kirin. Gelo çima pêşmergeyan ne DAÎŞ em gulebaran dikirin."

Di 3 yê Tebaxa sala 2014'an de çeteyên DAIŞ'ê êrîşî Şengalê kirin û ser gelê Êzidî fermana herî êşa wê giran û domdar dan kirin. Fermana ku herî zêde jin hedef girtin tenê ne roja 3 yê Tebaxê demdirêj domand. Di 15'ê Tebaxê roja vejînê de jî êrîşî gundê Koço kirin û li wê ji komkujî kirin. 15'ê Tebaxa sala 2014'an li gundê Koço çeteyên DAIŞ'ê bi komkujiyekî mezin hemû mêrên gund qetil kirin, jin û zarok jî dîl girtin. Jinên Şengalê sozda ku ew ê tola wan jin û zarokên ku ji hevdû hatin qutkirin û li bazaran de firotin hilînin. Jinên Êzidî yên ku di nêrîna çavên wan de şopên gelek komkujiyan dixwiyên 2. Salvegera komkujiya gundê Koço şermezar kirin û êşa wê rojê hatî jiyan kirin anîn ziman.

'Em ê hesabê wan keç û jinên ketine dest DAÎŞ'ê ji PDK'ê bixwazin'

Ji jinên gelek komkujî û hovîtî bi çavên xwe dîtî Kewrê Xidir wiha qala roja 15'ê Tebaxa sala 2014'an a gundê Koço kir: "Ez bi xwe ne ji gundê Koço me, lê mirovên me yên nêzîk li wêbûn. Em çendî bêjin her kême, lê em ê hewil bidin ku êşa Koço di 15 Tebaxê de jiyan kirî ji were parve bikin. Welatiyên Koço destpêka fermanê ji gundê xwe derneketin û destê wan ji axa wan qut nebû. Dema DAÎŞ hatî Koço, ji gundiyan re got 'Ji gundê xwe dernekevin û neçin ti derê. Em tiştek ji we nakin tenê hun jî misilman bibin'. Ew bi vê xapandin heta 15'ê Tebaxê. Paşê hemû ji hevdû qutkirin û kuştin. Piştî jin û zilam ji hev qutkirin, mêr ji gund derxistin û hina li nêzikî gund kuştin. Jin jî hemû li wesayîtan kirin, birin li bazaran firotin. Sedema vê yekê jî ji ber baweriya xwe neterikandin û nebûn misilman. Ewên di nava DAÎŞ'ê de wisa kirî jî hemû yên derdorêbûn. Piranî yên êrîşî gundên Koço kirin ji gundên weke Qapûsî, Domîz û Tilagul yên derdorêbûn."

Kewrê diyar kir ku ji ber bêrêxistinbûnê wan heya niha nekariye parastina xwe li hemberî fermanan bikin û wiha domand: "Ev karesata bi serê me de hatî bingeha xwe ji ne parastinê digire. Berya fermanê PDK'ê digot: 'Tiştek nîne, rehet razin em ê we biparêzin'. Lê dema ku ferman çêbuyî me yek ji PDK'ê û hêza wan ya pêşmergeyan nedît. Ji ber ku wan Şengal firot û bêparastin hiştin. Heke gotiban van jin û zarokan xilas bikin ew ê ewqas jin û keç neketiban destê DAÎŞ'ê. Ji bo vê yekê em ê hesabê wan keç û jinên ketine dest DAÎŞ'ê ji PDK'ê bixwazin."

Kewrê daxwaza yekgirtinê li Êzidiyan kir û wiha berdewam kir: "Gelek ji mirovên me yên nêzîk li gundê Koço bun û hatin êsîr girtin. Lê ji bo me ferq nîne hemû Êzidî miletê mene û dilê me li ser wan dişewitê. Ez hêvî dikim ku dayik û xuşkên me bi zûtirîn dem ji destê wan hovan werin rizgarkirin. Gelê me yê Êzidî jî hemû bibin yek dest û tifaqek da ku em karibin tola wan êsîrên deste DAÎŞ ê de hilînin û pêşî li fermanan bigirin."

'Ger çekên me hebana me dê parastina xwe kiriba'

Herwiha Neyîma Şero jî wiha qala komkujiya gundê Koço kir: "Ji ber ku xelkê Koço ji gundê xwe derneket komkujî çêbû. Di 15'ê Tebax ê de DAÎŞ'ê xelkê gund hemû kom kirin, jin û zilam ji hevdû veqetandin. Zîlam hemû li ber rexa satirê gund kuştin. Lê kalên wan heta niha jî windan e. Em nizanin çi ji wan hatiye. Keç û jin jî birin li bazaran firotin û li xwe markirin. Xelkê Koço hat xapandin. Destpêkê jêre gotin; 'Em we nakujin û tiştek ji we nakin, madem hun ji ber me ne reviyane.' Yê ku wisa anî serê Koço jî hemû cînarên wan yên misilmanbûn. Berî fermanê jî hertim li ba wanbûn û bi hevdûre distandin. Lê ew misilmanên dora wan xayînbûn û wiha bi Koço kirin. Tenê çima em Êzidî ne û misilman nebûn ev kafir wisa bi serê me dikin. Dema ferman çêbuyî em li Şingalêbûn. Heke çekên me hebûna em ne direviyan û me yê şerê xwe kiriba. Hêzên leşkeri hebûn lê em ne parastin û berya me reviyan. Dema em jî reviyan û me xwestî em xwe xilas bikin, li ser rêka Dihok ê ser avê pêşmergeyan em gulebaran kirin. Ez dixwazim pirsek bikim gelo çima pêşmergeyan ne DAÎŞ em gulebaran dikirin."

Neyîma bang li Êzidiyan kir û got: "Ez daxwazê ji hemû miletê Êzidî dikim ku rabin ser xwe û hemû bibin yek dest da ku em Şingala xwe rizgarbikin. Piştî fermanê jiyan me hemû belav bû, lê em çend hejar û belav jî bibin bi qasî êsîrên me yên destê çeteyan de li me bi zehmet nîne. Em hêvî dikin ku bi zûtirîn dem werin azad kirin."

(zt)