KJAR têkîldarê 15 Tebaxê daxuyaniyek nivîskî weşand
10:55
JINHA
NAVENDA NÛÇEYAN - Koordînasyona KJAR'ê têkîldarê pêngava 15'ê Tebaxê daxuyaniyek nivîskî weşand û got, "Teqîna 15'ê Tebaxa 1984'an havênê herî xwirt bû ji bîrdoziya azadiyê re ku ji hêla Serok Apo ve dihate afirandin. Ji bêdengiyê re deng, ji tarîtiyê re ronakî, ji serî tewandinê re berzbûyîn û ji koletiyê re jî azadiya bi rûmet bû."
Koordînasyona Komelega Jinên Azad a Rojhilatê Kurdistan (KJAR) bi boneya 32. salvegera Pêngava 15'ê Tebaxê daxuyaniyek nivîskî weşand. Di daxuyaniya KJAR'ê de wiha hat gotin; "Rêgeha Azadiyê ku Rêber Apo û şehîdên me yên bêhempa ji bo me weke diyariyeke vejînê pêşkêş kirin, 32 salên dijwar li pey xwe hêşt. Dijwariya van 32 salan, di heman demê de rengê hêviya dahatuyeke bi azadiyê xemilandî jî di hemêza xwe de dihewand. Gelê me yê Kurd, heta roja me ya îro mîna emaneteka pîroz xwedî li vê hêviya dahatûyê derket. Rêber Apo bi şer û hewldan, rênîşan û kêlî bi kêlî honandina van 32 salan vê cejna vejînê ava kir. Şehîdên me ku bi canê xwe vê cejnê pîroz kirin, dengê teqîna fîşeka yekem heta roja me ya îro anîn. Em jinên Tevgera Jinên Azad a Rojhilatê Kurdistanê 32. salvegera cejna vejînê di serî de li Rêber Apo, şehîdan, Gelê Kurdistanê û li hemû gelên Rojhilata Navîn pîroz dikin."
Her wiha di daxuyaniyê de hat gotin ku wateya 15'ê Tebaxê ji gotin bêtir jiyan bi xwe ye û wiha domkir, "Dîroka Kurdistanê ku di navbera serîrakirin û binketinan de diçû û dihat, bi 15'ê Tebaxê nîşaneya serîrakirin û serkeftinê bû. Her sala bihûrî xelek bi xelek temamkirina vê nîşaneyê bû. Teqîna 15'ê Tebaxa 1984'an havênê herî xwirt bû ji bîrdoziya azadiyê re ku ji hêla Serok Apo ve dihate afirandin. Ji bêdengiyê re deng, ji tarîtiyê re ronakî, ji serî tewandinê re berzbûyîn û ji koletiyê re jî azadiya bi rûmet bû.
Îro jî bi vê rûmeta ku me ji Serokatî û Fermandarê Mezin Egît girtiye, li her çar aliyê Kurdistanê bi rihê 15'ê Tebaxê li hember dagirkeran, deshilatdaran, li hember hêzên ku dixwazin gelan di bin taritiyê de bihêlin şer dikin. Ev şer bi bîranîna Besêyan, Egîdan îro gihiştiye lutkeyê. Bi hêza ku em ji şehîdên xwe digrin berê me li serkeftinê ye. Dem dema misogerkirina serkeftina vejînê ye. Em jinên Tevgera Jinên Azad ên Rojhilatê Kurdistanê bi bawerî û îdîaya ku ji vê cejna vejînê digrin, em dibêjin ku ji bo înşakirina civakek û cîhaneke azad û wekhev karkirin wê rûmeta me be."
(kom/rc)