'Nûçegihaniya dildar di roja 3’emîn de ye’

11:15

JINHA

AMED – Aktîvista KJA’yê Hatîce Şen di kampanya ‘Nûçegihaniya dildar’ de li JINHA yê dest bi nobetê kir û got: “Em dibînin ku jinên di çapêmeniya Kurda de dixebitin , hedef tên girtin. Ev jî netehemûliya Erdogan û desthilatiya mêr ya li dijî jinên çapemeniya azade.”

Cemiyeta Rojnemergêren Azad (OGC) ji bo piştevaniya rojnemegerên azad kampanya ‘Nûçegihaniya dildar’berdewam dike. Kampanya ku di roja 3’emîn de berdewam dike, aktîvîsta KJA’yê Hatîce Şen li JINHA’yê û Endamê Egîtîm- Sen a Amedê Orhan Balya jî li DÎHA’yê dest bi nobeta nûçeyan kir. Hatîce ji bo şopandina nûçeyan saet di 08.00 hat ajansa me û tevlî nirxandina rojevê bû. Hatîce ya ku tevlî nirxandinê rojeva ajansa me bû û di der bar êrîşên li ser çapêmeniyê de axivî wiha got: “Ez êrîşên li ser çapêmeniyê şermezar dikim. Mafê herî xwezayî divê çapemenî bi awayekî azad nûçeyan ragihîne gel. Ev jî bê guman bi rêya hevgirtina çapêmeniya navnetêwî pêk te. Êrîşên li ser çapêmeniya azad berhemên hişmendiya desthilatin.”

Haticeyê diyar kir ku êrîşên ser çapêmeniyê em nikarin ji hişmendiya desthilat bigrin dest û wiha dom kir: “Ez îro li ser navê KJA’yê nobetê dewr digirim. Tê xwuyakirin ku bi taybetî çapêmeniya jinên Kurd hedef te girtin. Ev jî bêtehemuliya Erdogan a li hember çapêmeniya jinên azade. Bi hişmendiya azad, bi jina azad û civaka azad.”
Hatîce dê saet di 11.00’an de li ber Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê daxuyaniya ku ji bo kayyuma ku avetin ser şaredariya bişopîne.

(bc/dt-hu)