Divê têkoşîna Saliha ji bo jinan bibe mînak
13:01
Vildan Atmaca/JINHA
WAN - Li hember deshilatiya mêran Saliha têkoşîna jiyanê da, bi keda destê xwe dikan vekir û got: “Bila jin baweriya xwe bi xwe bînin.”
Jinên ku deshilatiya mêran nepejirandine li gel hemû zoriyan li ber xwe didin. Li gundê Doxanci yê Erdîşa Wanê Saliha bi keda destê xwe dikan vekiriye. Saliha ya ku ji ber ji hevjînê xwe cudabûye bi salane ji aliyê welatiyan ve tê durxistin, tiştên jiyan kirî vegot.
'Gundiyan bi mehan li gel min xeber nedan'
Saliha da zanîn ku li gundek ê pergala deshilatiya mêran lê serwer jinek ji hevjîne xwe cudabibe gelek zore û wiha domand: “Ji ber ku ez ji hevjînê xwe cudabûm, li gundê ez lê hatîm dinê, mezinbûyîm û zewiciyîm bi mehan kesê li gel min xeber neda. Min gelek zorî kişand. 4 zarokên min hene, min li gel zarokên xwe gelek zorî kişand. Min dikan vekir, despêkê min tiştên biçuk di dikanê de danhev. Niha jî hîna kêmanî hene, lê li gorî 3 sal berê gelek başe.”
(zt)