Parêzerên Abdullah Ocalan ji Wezîrê Dadê randevû xwest
13:02
JINHA
STENBOL - Parêzerên Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan ku piştî hewldana darbeyê der barê tenduristiya Abdullah Ocalan de ketin nava fikaran bi boneya bi Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan re hevditin bikin ji Wezîrê Dadê Bekir Bozdag randevû xwestin.
Piştî hewldana darbeya 15'ê Tîrmehê fikara gel, malbat û parêzerên Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan a der barê tenduristiya Adullah Ocalan de zêde bû. Parêzerên Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan ku der barê tenduristiya Abdullah Ocalan de bi fikar in, bi boneya bi Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan re hevditin bikin ji Wezîrê Dadê Bekir Bozdag randevû xwestin.
Pêzeran di serlêdana Wezîrê Dadê de wiha got: "Em ji 15'ê Tîrmehê heta niha bi tu awayî tu agahiyan ji muwekilê xwe Birêz Abdullah Ocalan ku bi tena serê xwe di Girtîgeha Tîpa F a Ewlehiya wê Bilind a Girava Îmraliyê de dimîne û girtiyên din Omer Hayri Konar, Hamîlî Yildirim û Veksi Aktaş ku li heman girtîgehê ne agahî nagirin. Tam mehek çêbû em bi tu awayî agahî nagirin û nizanin tenduristî û ewlehiya wan çawa ye. Ji 27'ê Tîrmeha 2011'an heta niha bi awayekî keyfî ziyareta me parêzeran tê astengkirin. Ji ber ku em nikarin Girava Îmraliyê ziyaret bikin fikarên me zêde ne. Em bi her awayi ji ewlehiya candê muwekilê xwe bi fikar in. Ev berpirsiyariya me ya wîcdanî û hiqûqûye.
Ji ber vê yekê em dixwazin em bi muwekilê xwe re hevdîtinê bikin. Em ji Wezîrê Dadê Bekir Bozdag û rayedarên berpirsiyar dixwazin ku demek berî demekê vê astengiyê ji holê rake û mafê hefdîtinê bide.
(dt/rc)