Şervanên YPJ/YPG rizgarkirina Minbicê pîroz kirin
15:13
JINHA
HESEKÊ-Ji bo Rizgarkirina bajarê Minbicê şervanên YPJ/YPG'ê şahiyekê li bajarokê Şedadê li darxistin.
Pêngava rizgarkirina bajarê Minbice a 1 Hezîranê destpekirî, di 73'ê roja xwe de bi dawî bu. Ji bo silavkirin û pîrozkirina rizgarkirina bajarê Minbicê û YPJ/ YPJ'ê li bajarê Şedadê bi şahiyek govendek mezin gerandin. Di şahiye de gelek fermandarên YPJ/YPG'ê jî amade bun. Şahiya ku bi merasîmek leşkerî destpêkirî bi gerandina govendê û gotina stranan dewam kir.
Şervana YPJ'ê Zîlan Canfeda diyar kir ku ew bi rizgarbûna Minbicê gelek kêfxweşe û wiha got, "Rizgarbûna bajarê Minbicê em li tevahî gelan û li Meclîsa Leşkerî ya Minbicê pîroz dikin. Bi teybet li şehîd Feysel Ebu Leyla pîroz dikim. Gelek hevalên giranbûhe di hemlê de pêşengî kirin û jiyana xwe ji dest dan. Ger îro em serkeftine pîroz dikin saya şehîdan e. Em ji bo rizgarkirina hemu axa Rojava amade ne."
Şervana Ereb Delîla Til Temir bi lêv kir ku rizgarbûna bajarê Minbicê ji bo jinên ereb bûye çavkaniya kêfxweşiyê û wiha domand, "Dîsa derket holê ku em têne ne ji bo gelê Kurd ji bu hemu pêkhateyên Rojava têkoşîn dikin. Em li dijî çeteyên DAİŞ'ê şer dikin. Me wek YPJ'ê bi serkeftina hemleya rizgarkirina bajarê Minbice moralek pir mezin girt. Me ji tevlîbuna jinên Minbice jî dîsa dît ku jin dikarê li himber çeteyên DAİŞ'e şer bike. Ev rastî jî xwe dispêre fikir û ramanên Rêberê gelan Abdullah Ocalan."
Şahî bi gerandina govendê û berzkirina dirûşmeyê "Bijî berxwedana Minbicê" û "Bijî Serok Apo" bi dawî bû.
(ee-ls/rc)