YCR/YJC hember tecrîdê meşek girseyî li dar xistin

16:28

JINHA

GIRKÊ LEGÊ - Li bajarê Girkêlegê şevê din hember tecrîda ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan bi pêşengiya YCR û YJC'ê meşek girseyî bi dirûşmeya "Her tişt ji bo Serok Apo"û "Tolhildan, Azadî û Serhildan" hat li darxistin.

Li bajarê Girkê Legê a Kantona Cizîrê şevê din bi pêşengiya jinên ciwan YCR û YJC'ê hember tecrîda girankirî ya li ser Rêberê PKK'ê meşek girseyî pêk anîn. Di meşa ciwanan de her wiha pêngava 15'ê Tebaxê hat pîroz kirin. Meşa ku ji Qada Şehît Xebat destpêkirî heya Qada Azadî bi berzkirina dirûşmeyê "Bijî Serok Apo", "Bijî Berxwedana Minbicê" û "Bê Serok Jiyan Nabe" hat berzkirin.

Meşa ciwanan bi gerandina govendê bi dawî bû

(rd/rc)