ROJEVA 16'Ê TEBAXA 2016'AN A NAVENDA NÛÇEYAN
09:00
*Dayîkên Şervanên ku di têkoşîna azadiyê de jiyana xwe ji dest dane, kiryarên PDK'ê yên ku bêhurmetî li nirx û rûmeta gel dikin, bi tundî şermezar kirin û gotin "Divê PDK'ê hesabê kiryarên xwe bide."
* Esma Ozkan a ku li taxa Bîçerê kêvroşk, kevok, mirîşk û qazan xwedî dike diyar kir ku ew bi mijulbûna xwazayê aram dibe.
*Navenda Çanda Hûnerê ya Dicle Firatê piştî qedexeya derketina kolanan ya ku 120 roj li Sûrê berdewam kir, cardin dest bi xebatên xwe kirin. Mamosteya Diclê Firatê Mizgîn Yildirim diyar kir ku ew li hemberî hemû êrîş û polîtîkayên bişavtinê çanda kurd dê bidin jiyandin û got ku tu qedexe ji bo pêşketina çanda kurd nabe asteng.
*Jinên ku ji zilm û dagirkeriya çeteyên DAIŞ'ê rizgar dibin, berê xwe didin nava refên YPJ'ê. Reyhan Minbic Hemo diyar kir ku ew ê tolê tevahî jinan ji çeteyên DAIŞ'ê hilînin û got, "Hemû jinên ku di bin zilama DAIŞ'ê de jiyan, bila werin tevlî Meclîsa Leşkerî ya Minbicê bibin."
*Tîma Jinan a Atletîzmê ya Şaredariya Kayapinarê di asata navneteweyî de serkeftinên mezin bidest dixe.Ayşe Tekdalê da zanîn ku hedefa wan Olîmpiyatên Tokyo ya Cîhanê ya 2020’an e û got: “Ev ne fikrên bê derfet û zehmetin. Ji ber ku em ji zehmetiyên mezin derbas bûn û hatin vir.”
*Kooperatîfa Tekstîla navenda Lêkolîna Ciwanên Mezopotamyayê di 2015’an de li Amedê dest bi xebatan kir. Koperatîfên li dijî mêtîngeriya kedê jiyanek kolektîf hedef kirin di esasa jinê de xebatê dimeşînin.
*Mizgîn Aratemur (Hêvî Roj) li dijî rol ali jinê hatiye danîn û zilma dewletê bi gotinên ‘Êdî jinên Kurdistanê bi zorê nekare bê zewicandin û wê rastî newekheviyê neyên’ berê xwe da qadê gerîla. Dayika Mizgînê, Saniye Aratemurê keça xwe vegot.