Dayîkên Şervanên YPG: PDK bi dehan caran xiyanet kir

09:00

Sorgul Şêxo/JINHA

TIL TEMIR- Dayîkên Şervanên ku di têkoşîna azadiyê de jiyana xwe ji dest dane, kiryarên PDK'ê yên ku bêhurmetî li nirx û rûmeta gel dikin, bi tundî şermezar kirin û gotin "Divê PDK'ê hesabê kiryarên xwe bide."

Di 3'ê Tebaxê de şervanê Meclîsa Leşkerî ya Minbicê Badîn Îmam (Fîraz Kardo) ku ji bajarê Dihokê ya Başûrê Kurdistanê ye, di şerê li hemberî çeteyên DAIŞ'ê de jiyana xwe ji dest dabû. Di 10'ê mehê de, gelê Dêrikê bi merasîmeke girseyî cenazeyê Badîn Îmam ber bi Başûrê Kurdistanê ve birêkirin. Lê rayedarên PDK'ê li ber deriyê sînorê Sêmalka bi şêwazeke hovane û derveyî exlaq bêhurmetî li cenaze kirin, alên YPG li erdê xistin û cenaze revandin. Li hember vê dayikên şervanên ku di têkoşîna azadiyê de jiyana xwe ji dest dane nerazîbûnê xwe anîn ziman û bi tundî helwesta dervî exlaqê mirovahî şermezar kirin.

'Divê PDK'ê hesabê vê yekê bide'

Dayîka şervana YPJ'ê Bêrîtan Cûdî Cewher Yunis diyar kir ku ew helwesta PDK'ê bi tundî şermezar dike û wiha got, "Em nêzîkatiya hêzên PDK'ê li hemberî şehîdên azadiyê ku canê xwe fedayê vê axa pîroz kirine, bi tundî şermezar dikin. Em qet qebûl nakin ku hêzên PDK'ê bi vî rengî nêzî nirxên şehîdan bibin û ala azadiyê li ser tabûta wan rakin. Divê PDK'ê hesabê vê yekê bidin."

'Ala YPG'ê pîroz e'

Dayîka şervanên YPG'ê Elî û Agirî ên Til Temir, Zekiye Ferhan jî wiha axivî, "Em helwesta hêzên PDK'ê li hember şehîdên me pêk tînin, qet qebûl nakin. Çima nahêlin ku şehîdê azadiyê derbasî bajarê xwe bibe? Em bi tundî wan şermezar dikin. Bêhurmetî li me kirin. Çawa ala YPG'ê li ser cenaze rakirin. Ev ala YPG'ê bi saya wê gelek bajar û deverên Kurdistanê hatin rizgarkirin, lewre pîroz e. Çima ev şervan canê xwe feda kirin? Ji bo azadiya gelan û xilaskirina xeteriya dijmin li ser gelan. Ev şervanê azadiyê ji bo azadiya gelan xwe kirin mertal. Ji bo hemû gelê Kurd, Ereb, Aşûrî şer dikin. Ez bi ser navê hemû dayikên şehîdan dibêjim ku çi ji destê me were em ê bikin, em tola şehîdên xwe hilînin."

'PDK'ê bi dehan caran xiyanet kir'

Dayîka şervan Qasim Til Temir Beşîre Kotê jî got, "Ez bi tundî hêzên PDK'ê şermezar dikim. Em vê helwestê layiqê nirxê şehîdan nabînin. Ev kurdên ku canê xwe feda kirin di Minbicê de, hemû ji bo kê bû? Mane ji bo azadiya gelan e. Em ferq û cûdabûnê naxin navbera wan de. Em wekheviyê dixwazin. Ev şervan ne tenê ji bo Rojava canê xwe feda kir, ji bo hemî Sûriyê canê xwe feda kir, ji bo Kurdistanê xwe feda kirin. Ev ne cara yekeme ku hêzên PDK'ê wiha dikin, bi dehan caran xiyanetê bi me dikin. Xiyaneta wan pir mezin e. Ev ne karê Kurda ne. Êdî bese, ma heya kengî wê Barzanî wisa bike. Ez bi hêvî me ku gelê Kurd û bi taybet gelê Başûrê Kurdistanê destê xwe bidin destê Rojava, ji bo em bibin yek dest. Her demê destê Barzanî di nav destên dijmin de ye. Em hesabê jî wî bixwazin."

(en/rc)