'Meclîsa Leşkerî ya Minbicê azadiya jinê girîng dibîne'

09:04

Rebîa Êto/JINHA

MINBIC- Jinên ku ji zilm û dagirkeriya çeteyên DAIŞ'ê rizgar dibin, berê xwe didin nava refên YPJ'ê. Reyhan Minbic Hemo diyar kir ku ew ê tolê tevahî jinan ji çeteyên DAIŞ'ê hilînin û got, "Hemû jinên ku di bin zilama DAIŞ'ê de jiyan, bila werin tevlî Meclîsa Leşkerî ya Minbicê bibin."

Piştî şervanên Meclîsa Leşkerî ya Minbicê navenda bajarê Minbicê ji çeteyên DAIŞ'ê rizgar kirin, jinên ciwan ên ku şadiya azadiyê dijîn, tevlî refên YPJ'ê û Meclîsa Leşkerî ya Minbicê dibin. Jina ciwan Reyhan Minbic Hemo diyar kir ku ji bo tolhildana jinan ew berê xwe didin nava Meclîsa Leşkerî ya Minbicê û wiha got, "Ji bo ez tolê hilînim tevlî bûme. Çeteyên DAIŞ'ê li me gelek îşkence dikirin. Jin serjê dikirin. Ji me re gotinên pir nexweş digotin. Min bi çavên xwe dît ku çeteyan li jinan dixistin. Ez dixwazim hember çeteyên hov têbikoşim.

'Meclîsa Leşkerî ya Minbicê azadiya jinê girîng dibîne'

Reyhanê destnîşan kir ku ew dixwaze tolê tevahî êşan hilîne û wiha dirêjî da gotina xwe, "Ez dibînim di nav refên Meclîsa Leşkerî ya Minbicê de ji bo jinê rêz tê girtin, azadiya jinê girîng tê dîtin.Beriya çeteyên DAIŞ'ê bikevin bajar, jiyana me xweş derbas dibû, wê demê pîrozbahî ji bo rojên taybet ên gelê Kurd çêdibûn, em diçûn tevlî dibûn. Me ebayên reş li xwe nedikir. DAIŞ zêdetirî sê salan li Minbicê ma. Dema çete derketin min wer hesiband ku ez ji nûve jidayîk bûme. Hemû gelê Minbicê xwe ji nûve jidayîkbûyî dihesibîne. Ez dixwazim xwe bi hêz bikim û ji bo azadiya gel û jina têbikoşim. Hemû jinên ku di bin zilama DAIŞ'ê de jiyan, bila werin tevlî Meclîsa Leşkerî ya Minbicê bibin."

(rc)