Sercan Mamo: Em ê Mînbîca azad bi rexistin bikin

09:18

JINHA

MINBIC- Gelê ku dixwaze tevlî rexistina azadkirina Mînbîcê bibin, diyar kirin ku ew bûne dilgirtiyên 3 salê bê rexistin. Endama Meclîsa Mînbîcê Sercan Mamo got ku di demek kin de xebatên jiyana bi rexistin dest pê bikin. Sercanê got ku ew ji bo tevlî xebatên meclîsê bibe bi kelecane.

Hamleya Şehîd Ebû Leyla ku di 1’ê Hezîranê de Meclîsa Leşkeri ya Minbicê dayî destpêkirin bi azadkirina Mînbîcê encam girt. Azadkirina Mînbîcê li hemû cîhanê bû nav û denge. Meclîsa Gel a Mînbîcê di der barê gundê giredayî bajêr ku bi zehmetiya hatin azadkirin, daxuyanî da. Endama Meclîsa Gel a Mînbîcê Sercan Mamo di axaftina xwe de bi pîrozkirina azadkirina Mînbîcê destpêkir û agahî xebatên ku werîn kirin, da.

'Ji bo jinan tê wate vejîna nû’

Sercanê diyar kir ku azadkirina Mînbîcê peşveçûnek nûye û wiha berdewam kir: “Di serî de ev azadkirin li şehîd, gel, şervan û hemû gelan pîroz be. Azadkirina Mînbîcê ji bo gelên ku ev 3 salin di bin dilgirtinê de bû wek nû hatine dinê. Ji bo gel azad kirin bû hêviya jiyanê. Bila neyê jibîrkirin ku Mînbîc ji bo DAIŞ’ê cihê leşkerî bû. Hemû der qadên plan kirinên DAIŞ’ê bûn. Ji bo we azadkirina Mînbîcê bû şiqandina hêza çeteyên DAIŞ’ê. Ev êşên hatin jiyandin ji bo mirovan bi wetanê.

'Gel dixwaze xwe rêxistin bike’

Sercanê anî ziman ku piştî azadkirina Mînbîcê daxwaza gel a rexistinê derkêt pêş û wiha axaftina xwe berbi dawî kir: “Ji bo ku em bandorê neyînî ku çeteyên DAIŞ’ê li ser gel ji holê rakin em ê xebat bidin meşandin. Gel dizanê ku encama van 3 salên di bin dilgirtinê bê rexistinî heye ji bo vê bi kelêcanin ku tevlî xebatên meclîsê bibin. Ji bo ve em carek din pêngava serkeftina Mîcbîcê pîroz dikin.”

(dt-hu)