Ji bo şopdarên Gurbetelliyê banga tevlîbûna pêşbirkê
10:12
Beritan Canözer / JINHA
AMED – Xelatên Rojnamegeriya Musa Anter û Şehîdên Çapemeniya Azad îsal di kategoriya Nûçegîhaniya Jinan a Gurbetellî Ersoz de wê bên dayîn. Hevsroka OGC’ê Nevîn Erdemîrê got: “Armanca me eve ku em rojnamegeriya jinê di rojevê de bihêlin û jinan teşwîqê rojnamegeriyê bikin.” Nevînê bang li rojnamegerên jin yên ciwan kirin ku beşdarî pêşbirkê bibin.
Ji bo Xelatên Rojnamegeriya Musa Anter û Şehîdên Çapemeniya Azad ku îsal ya 24’emîn pêk tê serlêdanan dest pê kir. Pêşbirkar her sal ji bo bîranîna Musa Anter pêk dihat , ji aliyê rojnamegerên Rojnameya Azadiya Welat û Ozgur Gundemê ve pêk dihatin û ev du salên dawî ye ji aliyê Cemiyeta Rojnamegerên Azad (OGC) pêk tên.
Îsal di pêşbirkê de di kategoriyên nûçe, wêne, nûçeyên nivîskî, karîkatoran de wê xelat bên dayîn. Di salên borî de xelata Nûçegîhaniya Jinan a Gurbetellî Ersoz ku wek Xela Juriya Taybet dihat dayîn îsal wek kategorî lê hat zêdekirin. Hevseroka OGC’ê Nevîn Erdemîrê diyar kir k udi pêvajoya dawî de zextên li ser rojnamegeran zêde bûne û wiha berdewam kir: “Rojnameger xwe digihînin agahiyên ku civak nekare xwe bigihîne û vê pêşkêşî civakê dike. Xebatkarên çapemeniyê yên li Cizîr, Nisêbîn, Gever û Sûrê xebitîn tevî hemû zextan,hewl dan agahiyên rast bigihînin civakê. Ji ber vê bi dehan hevpîşeyên me hatin girtin.Ji ber vê pêşbirk îsal ji bo hevpîşeyên me yên girtî wê pêk bê.”
'Em dixwazin rojnamegeriya jinê bê dîtin’
Nevînê ji bo Pêşbirka Rojnamegeriya Musa Anter ya ku di 20’ê îlonê de pêk tê agahî da û wiha got: “Îsal ya 24’emîn pêk tê. Ji 20’ê Tîrmehê û şûnde starta xwe da. Ev 24 sale di 20’ê îlonê ev pêşbirk pêk tê. Di kategoriyên diyarkirî de serlêdan dihat kirin. Bi taybet di kategoriyên nûçeyên kurdî, tirkî, karîkator, wêne û nûçeyên jinan de serlêdan dihat kirin. Ev dus ale me nûçeyên bi dîmen jî lê zêde kir. Me îsal jî kategoriya nûçegîhaniya jinan a Gurbetellî Ersoz lê zêde kir. Di nûçegîhaniya jinê de herî zêde xelata juriya taybet dihat dayîn. Îsal me cudabûnek çêkir û me xwest rojnamegeriya jinê bê dîtyin.”
'Rojnamegeriya jinê ji bo çapemeniya kurd girînge’
Nevînê wiha berdewam kir: “Di salên dawî de ji ber çapemeniya jinê û keda jinê zêde derket pêş me xwest em bi vê kategoriyê xurt bikin. Niha serlêdanan nû dest pê kir. Wê heta 10’ê îlonê berdewam dike.armanca me eve ku em rojnamegeriya jinê di rojevê de bihêlin û jinan teşwîqê rojnamegeriyê bikin. Rojnamegeriya jinê di çapemeniya Kurd de cihekî girîng digire.”
Nevînê di dawiya axaftin axwe de bang li hemû jinên rojnameger kir ku beşdarî pêşbirkê bibin û got divê ala Gurbetelliyê bi reng, ked û nêrîna jinê bê rakirin.
(hu)