Serkeftina YPJ’ê ji jinên Stenbolê re dibe hêvî

11:01

JINHA

STENBOL- Jinan serkefina azadbûna Mînbîcê pîroz kir. Jinan got ku bi serkeftina azadkirina Mînbîcê hişmendiya çeteyên DAIŞ’ê ku jinê wek kole dibînê hat şikandin û wiha gotin: “ Têkoşîna serkeftina şervanên YPJ’ê ji me re bû hêvî.”

Pêngava Meclîsa Şervanên Mînbîcê ku di 1’ê Hezîranê de dan destpêkirin bi encama ‘Azadkirina Mînbîcê’ ser ket. Dîmenên Mînbîcê yên serkeftinê ku hatin weşandin ji gel re bû hêvî. Piştî têkoşîna li hember çeteyên DAIŞ’ê hatî dayîn bi serkeftî dawî bû û ev serkeftin ji jinan re bû hêvî. Jinên Stenbolê ev serkeftin pîroz kir. Bi azadkirina Mînbîcê re jinên li Stenbolê dijîn hestê xwe bi me re parve kirin û gotin ku YPJ ji wan re bûyê hêvî.

'Jinan li hember kolêtiyê têkoşîn dan’

Jina bi navê Amîne Karakoş azadkirina Mînbîcê pîroz kir û wiha berdewam kir: “Ez slava ji rêbertî û şervanên ku li Mînbîcê şer dikin re dişînim.” Amîneyê diyar kir ku jinên Mînbîcê li hember hişmendiya desthilat têkoşînek mezin dan û ew ji bo azad kirina Mînbîcê pir kêfxweşe.

Hatîce Îpek jî wiha got: “Kêyfxweşiya min ji bo deverek din ku mirov bikaribê lê hemû cudahiya azad bijî hat azadkirinê.” Haticeyê bi lêv kir ku hişmendiya DAIŞ’ê ku jin wek kolê didît bi azad kirina Minbicê hat şikanadin.

'Têkoşîna Minbicê serbilindayî da me’

Ji jinan Simge Onluer hestê xwe bi van gotina anî ziman: “Ez wek jinek Tirk dibejim li Mînbîcê jina xwe parastin. Jina têkoşînek mezin dan û têkoşîna wan em serbilind kirin.”

‘Serkeftina YPJ’ê hevî didê me’

Gulşah Balkir jî di der barê azadkirina Mînbîcê de hestê xwe anî ser ziman. Gulşahê dest nîşan kir ku fermandarê jin ku di pêngava azadkirina Mînbîcê de cih digirt ji bo jina giringe û bi wateyê. Gulşahê anî ziman ku wan ji jinên ku li Mînbîcê di rêveberiyê de cih girtinê hêz girtine. Gulşahê behsa cihê jinê di têkoşînê de kir û wiha direjî da gotinên xwe: “Serkeftina YPJ’ê û têkoşîn wan hevî dide me.”

Julîde Yaşar jî got ku dema Mînbîc hat azadkirin hişmendiya DAIŞ’ê ya desthilat hat şikandin û wiha berdewam kir: “Bila li Rojhilata Navîn kîjan gel hebe bila hebe dibe ku ji bo bextê jinan têkoşîn bê dayîn.” Julîde anî ziman ku azadî her tim ji bo hemû kesî xweş e.

Seval Şahîn Atbaş bi lêv kir ku şervanên jin yên YPJ’ê zana û cesaretin û wiha berdewamkir: “Hevî dikim ku ew ronî ji bo me jî bê dîtin.”
Ebru Kiranci jî di dawî de got em naxwazin gel jiyana sirgun bijî û slav ji bo YPG û YPJ’ê rê kir.

(tm-nb/dt-hu)