Selma Atabey li JINHA’yê dest bi ‘Nûçegîhaniya dildar’ kir
12:14
JINHA
AMED- Kampanyaya ‘Nûçegîhaniya dildar’ a ku ji aliyê CRA’yê ve hate destpêkirin di roja 4’emîn de didome. Nûçegîhana dildar Hevseroka SES’ê ya Şaxa Amedê Selma Atabey dê li ajansa me JINHA’yê di der barê destdanîna ser (kayyum) şaredariyan wê bişopîne.
Kampanya ku ‘Nûçegîhaniya dildar’ a ku ji aliyê Cemiyeta Rojnemegerên Azad (CRA) hate destpêkirin di roja 4’emîn de berdewam dike. Di çarçoveya kampanyayê de Hevseroka SES’ê Selma Atabey li buroya me ya Amedê dest bi peywirê kir. Selma wê der barê destdanîna ser şaredariyan (kayyum) nûçeyê bişopîne.
Selma wê pirsên gefên ku li şaredariya tên xwarin we ji gel pirs bike.Serokê Şaxa ÎHD’ê Racî Bilîcî di çarçoveya ‘Nûçegihaniya dildar’ de li DÎHA’yê wê di der barê girtiyên nexweş de nûçe amede bike.
(dt/hu)