Rengîn Xalya: Em ê li Minbicê hêza parastina jinan mayînde bikin
12:16
Denîz Yeşîlyurt/JINHA
MINBIC - Ji fermandarên Hemleya Minbicê Rengîn Xalya Nîmed diyar kir ku bingeha serkeftina hemleyê hêza jinane û got ew ê hêza jinan yê rêxistinkirî li Minbicê jî mayînde bikin.
Meclîsa Leşkerî ya Minbicê ku di 1'ê Hezîranê de 'Operasyona Şehîd û Fermandar Feysel Ebû Leyla’ dabûn destpêkirin piştî 73'ê roj di 12'ê Tebaxê de bi serkeftinek mezin bajar ji çeteyan hat rizgar kirin. Di azadkirina bajarê Minbicê de şervanên jin ên Meclîsa Leşkerî rolek girîng girtin ser milê xwe. Ji fermandarên hemleyê yên jin Rengîn Xalya Nîmed têkîldarê hemleyê rizgarkirinê û rolê jinan di pêşerojê de nirxandin kir.
Rengînê diyar kir ku di çerçoveyê azadkirina Minbicê de wan Hemleya Şehîd û Fermandar Feysal Ebû Leyla dane destpêkirin û got hemleyê wan bi serkeftin encam bûye. Rengînê anî ziman ku wan vê serkeftinê diyarî gel û bi taybet jinên Minbicê dikin û wiha pêde çû, "Bê guman hemle bi hêsanî bi ser neket. Me gelek berdêl dan. Berî vê jî me bi lêv kiribû, ked û fedekariya ku jin raber kirine, nayê ziman. Heval Koçerîn, Dilpak, Sema, Rojbîn û bi dehan hevalên mîna van bûn xwedî fedekariyek mezin. Van hevalan bi pêşengiya xwe qederê xwe diyar kirin. Ev jî tê wateya ku ne tenê wek şervan hemlê bûn. Bi taxtîka leşkerî sekna fermandartiyê qezenç kirin. Wan hevalan tenê yên ku bi wan re jiyanê parve kirine dikarin bînin ziman. Ji ber vê em dibêjin ev serkeftin, serkeftina jina ye. Em wek jinên ku di Meclîsa Leşkerî ya Minbicê de cih digrin, di serî de soz didin şehîdên xwe ku hêza parastina jinan li Minbicê mayînde bikin. Em serkeftina rêxistina xwe diyariyê şehîd, gel û tevahî jinên Minbicê dikin."
(rc)