Ji Dayikên Aştî banga tevlîbûna çalakiyê
14:33
JINHA
WAN - Li Wanê Dayikên Aştiyê ji bo çalakiya "Ji Ocalan re azadî" ya ku dê sibehê bê lidarxistin bangawazî kirin.
Li Wanê Dayikên Aştiyê ji bo çalakiya "Ji Ocalan re azadî" ya di çarçoveya kampanyaya ku bi pêşengiya KJA'yê ya "Ez xwedî li Rêberê xwe axa xwe û azadiyê derdikevim" de dê bê destpêkirin bangawazî kirin. Di daxuyaniya ku li Parka Hunerê hat kirin de li ser navê dayikan Alya Balik axivî û wiha got: "Sibe seat di 12.00'an de li Parka Feqiyê Teyran ji bo tecrida li ser Serok Apo bê rakirin em ê çalakiya runiştinê ya 24 seatan li dar bixin. Heta ku Serokê me azad nebe em ê çalakiyên xwe bi domin in. Ji bo çalakiya sibê em hemû gelê Wanê vedixwinin çalakiyê. Em ê di 17'ê Tebexê saet 12.00'an heta roja 18'ê Tebaxê saet 12.00'an çalakiya runiştinê pêk bînin. Tu agahiya me ji serok tuneye, di hêla tenduristiyê de baş e yan na em nizanin. Bila heyetek bişînin li gel Serok û destûrê hevdîtina parêzer û malbat bê dayîn."
(dt/rc)