Ji Rojnameya Ozgur Gundemê re biryara girtinê

14:46

JINHA

STENBOL- Rojnameya Ozgur Gundemê ji aliyê 8. Dadgeha Ceza ya Sûlhê ya Stenbolê ve hat girtin.

Hikûmeta AKP'ê êrîşên xwe yên li hemberî medya Kurd roj bi roj zêde dike. Hikûmeta AKP'ê, rojnameya Ozgur Gundemê girt. 8. Dadgeha Ceza ya Sûlhê ya Stenbolê, 'propaganda PKK'ê weke hinceta girtinê nîşan da.Nûçeya li ser girtina Ozgur Gundemê di medya AKP'ê de hat weşandin. Lê ev biryar hê ji rojnameya Ozgur Gundemê re nehatiye ragihandin.

Di salên 1990'î de bi dehan xebatkarên rojnameya Ozgur Gundemê hatibûn qetilkirin û navenda wê hatibû bombekirin.

(rc)