Jinên Êzidî piştgirî didin kampanyê

15:02

JINHA

NAVENDA NÛÇEYAN -Koordînasyona Sîwana Meclîsa Jinên Êzidî da xuyakirin, ku ew ê bi çalakiyên xwe tevlî banga TJK-E ya çalakiyên ji bo azadiya Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan bibin.

Koordînasyona Sîwana Meclîsa Jinên Êzidî (SMJÊ) piştî civîna xwe ya awarte ya li ser rewşa li Kurdistanê, daxuyaniyek weşand. Di daxuyaniyê de bal hat kişandin ser kampanya Tevgera Jinên Kurd li Ewropayê (TJK-E) ya pêkanîna çalakiyên bênavber ji bo azadiya Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û destnîşan kir, ku weke jinên Êzidî ew ê jî bi çalakiyên xweser tevlî vê pêngava çalakiyan bibin.

Di daxuyaniyê de hat gotin, "Em azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan weke azadiya xwe û tevahî jinan dibîn in. Li ser vê bingehê dubarê bang li hemû jinên Êzidî û civakê dikin bi ruhekî afîrîner xwedî li rûmeta xwe derbikevin û heta azadiya fîzîkî ya Rêber Apo qadên azadiyê neterkînin."

Di dawiya daxûyaniyê de hate gotin, SMJÊ tevlî banga TJK-E ya xwedî derketina çalakiyên Çarşemê ji bo Azadiya Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan dibin.

(rc)