Rojnamegerên Gundemê bi derbkirinê hatin binçavkirin

18:42

JINHA

STENBOL - Xebatkarên rojnameya Ozgur Gundem ya ku polîsan bi ser de girtin ji aliyê polîsan ve tên derbkirin û tên binçavkirin.

Piştî ku rojnameya Ozgur Gundem ji aliyê 8'emîn Dadgeha Cezaya Sulhê ve hat girtin û polîsan bi ser rojnameyê de girtin. Gerînendeyê Weşanê ya Giştî Zana Kaya jî di nav de rojnameger û mêvanên li rojnameyê bûn hatin binçavkirin. Di nava kesên hatin binçavkirin de nûçegihanê DÎHA'yê Mesut Kaynar jî heye. Di dema êrîşa polîsan de kameraya ÎMC TV jî hat desteserkirin.

Dema ku rojnameger hatin binçavkirin û birin wesayîta polîsan hat dîtin ku cilên rojnamegeran hatine çirandin. Rojnamegerên ku li hemberî şîdeta polîsan li ber xwe dan li wesayîta polîsan hatin siwarkirin. Polîs nahêlin rojnameger dîmenan bigirin.

Li aliyî din parêzerên rojnameyê jî bi gotina "Em ê nebin amûrê vê nehiqûqiyê " nerazîbûn nîşan dan û ji avahiyê derketin.

(rc)