15 Tebaxê li Dêrik û Hesekê hat pîroz kirin
19:07
JNHA
DÊRIK/HESEKÊ - Li bajarên Hesekê û Dêrikê ya Rojavayê Kurdistanê 15'ê Tebaxê bi coşek mezin hat pîroz kirin.
Li bajarê Dêrikê a Kantona Cizîrê bi pêşengiya Kongreya Star û TEV-DEM'ê bi tevlîbûna hezaran welatî ji bajarê Qamişlo, Tirbespiyê, Çilaxa û Girkê Legê meşek girseyî pêk hat. Di meşê de şandeyek ji Rêveberiya Xweser û Rêveberên Saziyên Kantona Cizîrê amede bûn. Di meşê de posterên fermandarê PKK'ê Mahsûm Korkmaz (Egîd) û Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan hatin hildan. Her wiha alên YPG/YPJ'ê û wêneyên kesên di di berxwedana şoreşê de jiyana xwe ji dest dane hatin hildan. Di meşa girseyî de dirûşmeyên "Bijî Serok Apo" û "Bijî berxwedana 15'ê Tebaxê" hatin berzkirin. Piştî axaftina Fermandara YPJ/YPG'ê Roza Dêrik û Rêvebera Kongreya Star Bêrîvan Sêrtî meşa girseyî bi gerandina govendê bi dawî bû.
Her wiha li bajarê Hesekê jî bi pêşengiya Peymangeha Şehît Çiya û bi sedan jin 15'ê Tebaxê hat pîroz kirin. Di pîrozbahiyê de KPC'ê daxuyaniyek da. Di daxuyaniya ku ji aliyê Rêveberiya KPC'ê Rûken Necar ve hatî xwendin de, 15'ê Tebaxê li tevahî gelan hat pîrozkirin û serkeftina bajarê Minbicê hat silav kirin. Dîsa tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan bi tundî hat şermezarkirin.
Piştî daxuyaniyê girse bi berzkirina dirûşmeya "Bê Serok Jiyan Nabe" bi dawî bû.
(ee-ls/rc)