ROJEVA 17'Ê TEBAXA 2016'AN A NAVENDA NÛÇEYAN
09:00
*Emine Kayran ya ku berî 27 salan ji ber zilma hêzên dewletê ji Basan koçî Nisêbînê kirî, li Nisêbînê di qedexeya 4’an de ji lingê xwe birîndarbû. Emine ya bi şans xelasbûyî diyar kir ku ji wêdemê heya niha zilma dewletê berdewame.
*Dîren Eren ku ji bo piştevaniya bajarên Kurdistanê yên di encama şîdetê de hilweşiyan de kampanya da destpêkirin, porê xwe yê dirêj kiribû jê kir û hedef dike ku alîkariyê bişîne. Dîrenê got ew dixwaze ev pêngava wê din ava jinan de biguhere kampanyayek mezin.
*Şadiye Yildirim fêkî û sebzeyên hişk yên Xîzana Bedlîsê li Bazara Keda Jinê difroşe û bi jinên li bazarê dixebitire jiyanek kolektîf dimeşîne.
*RAJIN-Rojava amedekariya 2. konferansa xwe ya asayî ku wê bi dirûşmeyê "Ragihandina Azad a Jinê bi cewhera şoreşê pêşdikeve" bi dawî bû. Ji komîteya amedekar Heyfa Mûsa diyar kir ku dê konferans di 20 heyvê de pêk were û got, "Şehadeta hevala me Denîz, di ragihandina jinê de qonaxeke nû da destpêkirin. Em ê jî bi ruh û têkoşîna wan duyemîn konferansa xwe lidar bixin, biryar û îdeaya serkeftinê derxin pêş."
*Jiyan yek ji jinên xurt yên berxwedana rêveberiyên xweser ya Sûrê bû. Jiyanê, piştî ku xwişka wê Rozerînê jiyana xwe ji dets da got ‘Xwişka min şehîd ket, divê ez tola xwişka xwe û hemû şehîdan bigirin. Ji ber vê ez tevlî têkoşîna çekdarî dibim.” Jiyanê bi berxwedana Sûrê têkoşîna xwe tacîdar kir.
*Şervanên YPJ'ê 32. salvegera 15'ê Tebaxê li tevahî jinên Kurdistanê pîroz kirin û gotin, "Pêngava 15'ê Tebaxê zincîra koletiyê şikand. Bi hezaran gel ji desthilatdariyê rizgarkir."
*Heyva Sor a Rojava di hemleyê rizgarkirina Minbicê de rolek girîng girtin ser milê xwe û heya dawî hemleyê xebatên xwe pêk anîn. Rêvebera Navenda Heyva Sor têkîldarê xebatên xwe ên 73'ê rojan nirxand û wiha got: "Me wek Heyva Sor cihê xwe ji serî heya dawî hemleya rizgarkirina bajarê Minbice de girt. Li gel zor û zehmetî me pêvajoyek girîng derbas kir.
*Şahîle Gulten ku kurê xwe Jiyan re 12 rojan di bin çavan de ma, nedît, got: “Qêrîna zarokên me li kolanê tê bihistin. Divê em li dijî îşkence û binçavkirinên dijhiqûqê dengê xwe bilind bikin. Heta em bêdeng bin wê ev pêkanînên dijhiqûqê bi dawî nebin.