Ji şervanên YPJ nirxandina pêngava 15 Tebaxê

09:07

Sorgul Şêxo/JİNHA

TIL TEMIR- Şervanên YPJ'ê 32. salvegera 15'ê Tebaxê li tevahî jinên Kurdistanê pîroz kirin û gotin, "Pêngava 15'ê Tebaxê zincîra koletiyê şikand. Bi hezaran gel ji desthilatdariyê rizgarkir."

Bi boneya 32. salvegera 15'ê Tebaxê ku ji bo tevahî gelê kurd wek roja vejînê tê nasîn şervanên YPJ'ê nirxandin kirin. Şervanên YPJ'ê diyar kirin ku bi saya pêngava 15'ê baweriya azadiyê di nava gelê Kurd de avabû. Şervana YPJ'ê Penaber Baran anî ziman ku baweriya azadiya gelan piştî pêngavê derket asta herî jor û wiha got, "Guleyê yekem ku di 15'ê Tebaxê de hatî avêtin ji bo tevahî gelê Rojhilata Navîn li hember zordestiye serî hildane. Vê rastiye bi xwere gelek guhertinên girîng anî. Ev pêngav bû sedema vejîna jinan jî. Ji bo rêxistin û artêşbûna jinê jî bu bingehek xurt. Dema wek jin me rastiya azadiyê di vê pêngavê de dît jinên Kurd herikîn çiyayên azad. Ger em dîroka xwe ji bîr nekin em ê bibin xwedî hêzek pir mezin. Ev yek ji bo şerê gel ê şoreşgerî jî bu destkeftinek mezin."

'Em xwîna şehîdên azadiye li erdê nehêl in'

Penaberê da zanîn ku ew ê xwedî li mîrateyên xwe ên sala derkevin û wiha domand, "Em wek şervanên YPJ'ê û jin xwedî li keda salan derkevin. Em xwîna şehîdên azadiye li erdê nehêl in. Em ê bi rihê pêngava 15'ê Tebaxê şoreşa Rojava ser bixin. Bangawaziya me jî ew e ku tevahî jinên ciwan yên Kurd û azadîxaz kêliyek ji kêliyê din zûtir cihê xwe di nava refên azadiyê de bigirin."

'Divê jin tu carî koletiyê qebûl nekin'

Bîşeng Kermo ya Ereb bal kişand ku pêngava 15'ê Tebaxê di warê leşkerî de jî qadek mezin vekir û wiha axivî, "Pêngava 15'ê Tebaxê bu sedema em rastiya xwe bibîn in. Bu bingeha vejandina gelê Kurd li her çar aliyê Kurdistanê û cîhanê. Nêrînê cîhanê li hember gelê Kurd hat guhertin. Em ê bi rihê 15'ê Tebaxê têkoşîna azadiyê bidin meşandin." Bîşengê di dawiya axaftina xwe de soza domandina têkoşînê nû kir û wiha got, "Ez wek jinek ereb bang li hemû jinên cîhanê û bi taybet jinên Ereb ku tevlî nava refên YPJ'ê bibin dikim. Bila jin tu carî bi ti awayî koletiye qebul nekin. Civaka me digot jin nikare tiştekî bike. Bila zarokan bîne dinê û male paqij bike. Le îro em çekê xwe redikin parastina xwe û welatên xwe dikin. Em ê nehêlin tu zarok bindestiyê de mezin bibin. Em ê parastina zarokên vî welatî û tevahî jinan bikin."

'Bi saya pêngava 15'ê Tebaxê xelekên koletiyê hatine şikandin'

Berfîn Baran jî destnîşan kir ku pêngava 15'ê Tebaxê bû sedema têkoşîna azadiyê bi hêz bibe û wiha berdewam kir, "Pêngava 15'ê Tebaxê ji bu hemu gelan bu hêviya jiyan ê. Hem di warê raman û hem jî di warê avakirina hêviyê gavek girîng bû. Ev rastî ji bu jinên Kurd jî bu sedema têkoşîna azadiyê. Wek jin hişyarbûyîn û xwe naskirin pêş ket. Ji ber vê yekê jî bi sedan jin û mêr berê xwe dan qadên azad. Divê bi rihê pêngava 15'ê Tebaxê îro tevahî jin û mêrên ku hesreta azadiyê ne, têkoşîna azadiyê bilind bikin." Berfînê her wiha destnîşan kir ku wan bi saya pêngava 15'ê Tebaxê xelekên koletiyê şikandine û wiha pêde çû, "Tirsê dilê gelan ji holê rakir û hêviya jiyana azad mezin kir. Bi mîrateya 15'ê Tebaxê îro em gihîştin vî astî. Bi rihê 15'ê Tebaxê îro Minbic hat azad kirin. Heta Serokê me gelê me azad ne be em ê têkoşîna xwe berdewam bikin."

(rc)