Li Dibistana Polîsan a Amedê îşkence heye!
09:09
JINHA
AMED – Şahîle Gulten ku kurê xwe Jiyan re 12 rojan di bin çavan de ma, nedît, got: “Qêrîna zarokên me li kolanê tê bihistin. Divê em li dijî îşkence û binçavkirinên dijhiqûqê dengê xwe bilind bikin. Heta em bêdeng bin wê ev pêkanînên dijhiqûqê bi dawî nebin.
Hikûmeta AKP’ê Peymana Mafê Mirovan a Ewropayê da rawestandin û li seranserê Tirkiyeyê OHAL îlan kir û pêvajoya binçavkirinê derxist 30 rojî. Bi dirêjkirina pêvajoya binçavkirinê re mafên herî sereke yên welatiyan tên binçavkirin. Kesên tên binçavkirin bi malbat û parêzerên wan re hevdîtina wan tê qûtbkirin. Jiyan Gulten yê 19 salî di 5’ê Tebaxê de li taxa Şehîdlîkê li kahweyê hat binçavkirin û ev 12 roje ne dikare bi malbatê re û ne dikare parêzeran re hevdîtinê bike. îfadeyên dayika Jiyan, Şahîle Gulten îşkenceyên salên 80’ê vedibêje.
'Ev 12 roje di bin çavan de ye’
Şahîleyê bi lêv kir ku rojek beriya Jiyan bê binçavkirin, polîtên tevgera taybet bi ser mala wan de girtine û wiha got: “Deriyê me şikandin. Roja serde girtin kurê min ne li malê bû. Roja din li kahweyê hat girtin. Dema hat binçavkirin jî ti hincet nîşan nedan. Tenê çend wêne nîşan dane û gotine ev kîne. Jiyan bela sedem ev 12 roje binçavkiriye.”
'Li Dibistana Polîsan dengê qêrînan tê’
Şahîle destnîşan kir ku gelek welatî di bin çavan de ne û got hinek dikarin bi malbatên xwe re hevdîtinê bike û got: “Welatî tên ji me re dibêjin ji Dibistana Polîsan dengê qêrînê tê. Aşkeraye ku li wir îşkenceyê li zarokên me dikin. zarokên me nîşanê me nadin. Em nizanin li wir çi dibe. Bi şev dema em li ber girtîgehê derbas dibe dengê qêrînan tê. Em ji bo wan bi fikarin.”
'Heta em bêdeng bin ev pêkanîn bi dawî nabin’
Şahîleyê bi lêv kir ku piştî Jiyan hatiye binçavkirin hefteyek şûnde ji bo îfadeyê gazî wê kirine û got: “Gazî min kirin û gotin emê kurê te nîşan bidin. Em çûn lê tenê gotin ev kurê te ye an na. Gotin em nîşan nadin. Ti kes nekare xizmên xwe yên binçavan bibînin. Divê her kes ji bo vê bikeve nava hewldanan. Divê hemû cîhan vê neheqiyê bibîhîze. Heta em bêdeng bin wê ev pêkanîn bidawî nebin. Em xwedî li zarokên xwe derkevin.
(sg-be/hu)