Li Hesekê bêçalakî hat raghandin
10:31
JINHA
HESEKÊ – Di encama şerê duh yê li Hesekê de14 leşkerên rêjîma Baasê hatin kuştin. Her wiha 2 endamên Asayîşê jî jiyana xwe ji dest dan.
Li bajarê Hesekê ya Kantona Cizîrê duh saet di 12.50’yî de hêzên rêjîmê êrîşî welatiyên sivîl û benda kontrolê yên li sûka bajar û taxa Neşwa Şerqî kirin. Di encama şerê ku şevê din de heta saet 21.00’an bi dijwarî dewam kir de 14 leşkerên rêjîmê hatine kuştin û fermandarek paya bilind jî di nava 8 leşkerên Sûriyê birîndar bûn. Her wiha di êrîşa hêzên rêjîmê de jin û zarok jî di nav de 8 welatiyên sivîl birîndar bûn. 2 endamên Asayîşê yên ji bo parastina sivîlan ketibûn nava liv û tevgerê jî jiyana xwe ji dest dan.
Li ser vê yekê hêzên Asayîşê bersiv dan êrşkaran û şer bi dijwarî derket. Şer di herêma Kaziya Merşo û heta navenda sûka Hesekê, her wiha li herêma Çerxeriya Şerîa ya taxa Neşwa Şerqî fireh bû. Hêzên Asayîşê ji deqeya destpêkê ya şer ketin nava liv û tevgerê û welatiyên sivîl ên li taxa Neşwa Şerqî û nava Sûka bajêr de asî mabûn rizgar kirin.
Bêçalakî hatiye ragihandin
Li ser daxwaza rûspiyên herêma Hesekê ji duh saet di 21.00’an de bê çalakî hatiye ragîhandin, lê alozî li noqteyên şer hîn jî didome. Rêveberiya Asayîşa Hesekê bang li şêniyên cihên şer lê qewimî kir ku bi baldarî tevbigerin.
(rc)