Amedî wê kayyumê nas neke
10:35
JINHA
AMED – Gelê Amedê bertek nîşanê qanûna torbeyê ya ji bo destdanîna ser şaredariyên DBP’ê, dan. Amediyan diyar kirin ku wê bi kayyumê re temsiliyeta jinê rabe û got ew kayyumên tê tayînkirin nas nakin û li dijî vê wê berxwe bdin.
Bertekên li dijî tayînkirina kayyuman zêde dibe. Amediyan diyar kirin ku bi vê pêkanînê re wê îradeya gel tine bê hesibandin û gotin wê li dijî vê derkevin.
‘Emê jî îradeya wan nas nekin’
Gulsum Tosunê got wê kayyuman nas nekin û got ew şaredarên xwe dixwazin. Gulsumê got: “Em şaredarên xwe dixwazin. Em naxwazin desthilatdarî me bi rêve bibe. dixwazin me ji her derê dur bixin û niha dora şaredariyane. Dixwazin Kurdan bê kar bihêlin. “
Zeynep Yavuzê jî got di vê pêajoyê de wê li şaredarî û îradeyên xwe xwedî derkevin û got: “Ger desthilatdarî îradeya men as neke û li dijî biryara hilbijartinê rêzdar nebe emê jî îradeya wan nas nekin û rêzdarî nîşan nedin. Ji bo gelê Kurd biçewisinînin her tişt kirin. Kurd jî wê li dijî van derkevin qadan.”
'Wê azadiya me bê astengkirin’
Gulbahar Keskînê jî diyar kir ku wê bi tayînkirina kayyuman azadiya wan bê qûtkirin û wiha got: “Ez dizanim kayyum çiye. Di şaredariyan de yek pirgirêkek hebe dewlet hema mudaxale dike û li şûna wî şaredarî kesên din tayîn dike. Ev jî pêkanînek dij demokratîke. Di encamê de azadiya min tê qûtkirin.”
‘Wê temsiliya jinê bê rakirin’
Nurcan Akçanê jî got heta serî li îradeya wan nedin wê kayyuman nas nekin û got bi kayyuman re wê pergala hevserokatiyê ji holê ra be, lê wê jin di siyasetê de hebin. Nurcanê diyar kir ku ger kayyum hebe wê ev bandorek neyînî li her derê bike.
Ayça Kafadarê jî bi lêv kir ku Tirkiye girîngiyê nade îradeya gel û got bi kayyuman hewl tê dayîn ku gel bê çewisandin. Ayçayê da zanîn ku ew wek jinekê li dijî vê ye û got yekane partiya ku girîngiyê dide îrade û temsiliya jinê HDP ye. Ayçayê da zanîn ku bi kayyuman re hewl tê dayîn ku dîsa pergala serdest ya mêr bê avakirin.
(mm-sa/hu)