Gundem bi manşeta 'Em serî natewînin' derket
10:54
JINHA
AMED - Rojnameya Ozgur Gundem ku bi rêbaza darbeyê hat girtin û hemû xebatkarên wê hatin binçavkirin, îro bi manşeta "Em serî natewînin" derket pêşberî xwendekarên xwe.
Rojnameya Ozgur Gundem piştî di 16'ê Tebaxê de ji aliyê 8'emîn Dadgeha Sulh Ceza ve hat girtin û 23'ê xebatkarên wê hatin binçavkirin, îro bi manşeta "Em serî natewînin" derket. Rojnameya Ozgur Gundem wekî kertafa Rojnameya Atilim bi hejmarek taybet bi manşeta "Em serî natewînin" hat çapkirin. Rojname ji 4 rûpelan pêk tê. Di rûpela yekem û duyemîn de zext û êrîşên li dijî rojnameya Ozgur Gundem cih girt. Di rûpela dawî de jî wêneyên xebatkarên Rojnameya Ozgur Gundem ên hatin binçavkirin cih digire. Di manşeta rûpela dawî de sernava "Hûn nikarin me bêdeng bikin" cih girt. Di nivîsa edîtora destpêkê de jî hat diyar kirin ku bi tu awayî ew ê nikarin wan bêdeng bikin.
Di nivîsa edîtor de wiha hat gotin: "Di 15'ê Tîrmehê roja Înê de leşkerên darbekar bi ser hin televîzyonan de girt. Lê êrîşa li dijî rojnameyê ev êrîşa darbekaran derbas kir. Ev hewldana darbeya sivîl tarbeya leşkerî derbas kir û bi ser avahiya navenda rojnameyê de girtin. Xebatkarên rojnameyê bi lêdanê hatin binçavkirin. Hemû alav û amûrên rojnameyê hatin talankirin. Wekî rojnameya Ozgur Gundem di temenê xwe yê 27 salan de gelek caran rastî van pêkanînan hatin. Me gelek darbeyên bi vî rengî dît. Em gelek caran rastî zextên dewletê hatine. Lê me ev bi bedelên mezin hemû êrîş derbas kirin. Em rojname cara duyemîn bi darbeya sivîl a AKP'ê re rû bi rû man. AKP'ê di 21'ê Kanûna 2011'an de şev nîvê şevê bi ser rojnameyê de girtin û 46 xebatkarên rojnameger girtin. Hemû bê hiqûq rehîn hatin girtin. Dozger û dadgerên wê demê pêvajo nîşan dabû. Berdevkê AKP'ê Bulent Arinç' gotibû "Makîneya sûc" û piştre li dijî Ozgur Gundemê û xebatkarên çapemeniya azad êrîş pêk hatibû. Wê demê jî li dijî tevgera kurdan polîtikayên hilweşandinê hat dayîn û niha jî li dijî gelê kurd polîtîkaya hilweşandinê hatiye destpêkirin. Der barê rojnameyê de bi dehan caran doz hatin vekirin, rojname hatin girtin. Li hemû gerînendeyê giştî yê Rojnameya doz hat vekirin.
Niha AKP rû rêbazan diguherîne. Dîsa bi ser avahiyên rojnameyê de digire û dixwaze rojnameyê bigire û dengê me qut bike. Me di 22'ê Kanûna 2011'an de got "Nikarin me bêdeng bikin" niha dîsa em dibêjin nikarin me bêdeng bikin. Bi nobeta nûçeyan û kampanya "Rojnamegerî ne sûc e" da destpêkirin. Piştgiriyek xurt hat dayin. Em spasiyên xwe ji hemû kesên ku di rojên teng de li me xwedî derketin pêşkêş dikin. Dîsa ji bo em van zextan bişkînin em bang li hemû dost û hogirê xwe dikin ku di nava piştevaniyê de bin. Em li dijî hemû darbeyan rawestiyan, em dîsa li dijî hemû darbeyan serî bilind dikin û serî natewînin. Em dê her dem li dijî darbeya AKP'ê rawestin. Em bêdeng neman em dê bêteng neminin hûn nikarin me bêdeng bikin."
(odk/rc)