Rojnamegerên jin: Li hember tindiya tenê heqîqet hebûna Gundemê ye

11:17

JINHA

STENBOL – Jinên rojnameger girtina rojnama Ozgur Gundemê û bi îskencê binçavkirina 24 xebatkarên wê weke “mekanîzmayek darbeyê ya wehşî di dewrêdene” binavkirin û diyar kirin ku li hember tindiya ser rojnamegeran tenê heqîqet derxistina Gundemê ye.

Duh ji aliyê 8. Dadgeha Ceza ya Sulha Stenbolêve biriyara girtina rojnama Ozgur Gundemê hat dayîn û bi îskencê polisan 24 xebatkarên wê girtin binçavan. Ji qata nûçeyan bi porê jinan girtin û heya ber derî kişandin, bi wî awayî binçavkirina wan, ser mala Gerinendeya Giştiya Weşanê Eren Keskin û nivîskara rojnamê Filiz Kolali de girtinê baş radixe berçavan ku ev êrîşek ser nûneriya jinan a Gundemê ye hatî kirin.

Jinên rojnameger dan zanîn ku li hember hemû tindiyan jî Gundem rêya heqîqetê û nûneriya jinan berdewam dike û banga piştevaniyê kirin.

Editora Televizyona Hayatin Sesi Meltem Akyol bilêv kir ku demdirêje tindiya ser rojnamegeran berdewam dike û wiha domand: “Dest bi pêvajoyek êrîşên topyekun kirine. Girtina rojnamê, bi îskencê girtina xebatkarên wê minaka li ber çavane. Me pêvajoyek darbê jiyan kir, ji wê diha wehşîtir dijîn. Tindiya ser rojnamegeran ji bo windakirina rastiyane. Ev jî dide nîşandan ku dê êrîşên ser gelê kurdi hîn zêdetir dewam bike. Rojnamegerî ne suce û emê xebatên xwe berdewam bikin. Ji ber ku demboriya rojnamê ji van mînakan dagirtiye. Dê Şêwirmendiya me berdewam bike û em ê nivîsandina rastiyan bidomînin.”

Rojnameger û nivîskar Seray Şahiner jî da zanîn ku bi girtina rojnamê êrîşî mafê welatiyan ê girtina agahiyan dikin û wiha berdewam kir: “Ji xwe bi dehan caran Ozgur Gundem girtine, lê dîsan jî xwe daye jiyankirin. Ez hêvîdarim ku dê di demek kin de weşana xwe berdewam bike û bigihe xwendekarên xwe. Em naxwazin rojnamê bi nuçeyên girtinê bibînin, em dixwazin bi nûçeyên ku çêkirine bibînin. Em hêvîdarin ku dê cardin weşana xwe berdewam bike.”

'De deshila biçin lê Gundem bimîne'

Edîtora Ajansa Nûçeyan a Etkin (ETHA) yê Arzu Demir jî destnîşan kir ku de dema êrîşê de ew li rojnamêbûye. Arzu şahidiya xwe ya êrîşan wiha anî ziman: “Berê jî min êrîşên polisan dîtiye, lê cara yekeme ez tiştek wiha dibînim. Hevalên me darbkirin û nehêlan em dîmenan bigirin. Hem biriyara dayîn hem jî êrîşên kirin bi hiquqê nikarin bînin ziman, wateya vê sepandinên faşîzane ne. Sepandinên OHAL’ê ne. Rojnama Gundemê heqîqete, li ser vê erdnîgariyê tiştên dibin dinivîse. Di sala 99’an de ez di Gundemê de xebitîm û li wê hînî rojnamegeriyêbûm. Ji bo derxistina rojnamê em rojnameger hatin gelhev. Emê vê rojnamê derbixin. Dê deshilatî biçin lê Gundem bimîne.”

(rt-odk/zt)