'Gerînendetiya min deynê min yê ji bo apê Musa û Gurbetelliye’

12:03

JINHA

STENBOL-Gerînendeya Giştî ya berê ya Rojnameya Ozgur Gundemê Eren Keskînê got têkildarî wê de biryara îfadeyê hebe wê bide û got: “Sedema gerînendetiya min ya Ozgur Gundemê diyar bû. Min ev her tim wek deynê xwe yê ji bo Apê Musa, Gurbetellî û Ferhat Tepe dît. Dewlet dibêje ez rastî darbeyekê hatime û li dijî hemû muxalîfan helwesta xwe ya darbekar pêk tîne.”

Piştî rojnameya Ozgur Gundemê hat girtin şûnde polîsan bi ser avahiya rojnameyê de girt û xebatkarên wê binçav kirin û bi ser malên kesên navê wan di kunyeyê de cih digirin de, girt. Yek ji van kesan ku duh êvarê bi ser mala wê de hat girtin gerînendeya giştî ya berê a rojnameyê parêzer Eren Keskîn bû. Eren ku wê demê li Amedê bû, piştî serdegirtinê hat Stenbolê. Erenê diyar kir ku ger têkildarî wê de biryara girtinê hebe wê biçe îfadeyê bide. Erenê wiha got: “Min di salên 90’î de tiştek wisa nejiya. Dewlet dibêje ez rastî darbeyekê hatime û li dijî hemû muxalîfan helwesta xwe ya darbekar pêk tîne.”

Erenê wiha berdewam kir: “Sedema gerînendetiya min ya weşana Ozgur Gundemê diyar bû. min ev her tim we deynê xwe yên li dijî Apê Musa, Gurbetellî û Ferhat Tepe dît. Ew beyî azadiyên xwe bikarbînin hatin qetilkirin. Ji ber vê ev êrîşeke li dijî azadiya fikr û ramanê bû. Ger biryara binçavkirinê hebe ezê îfadeyê bidim”

(odk/hu)