Jinên Hesekê êrîşên leşkerên rêjîmê şermezarkir
13:29
Ebîr Ehmed-Lava Sîrac/JINHA
HESEKÊ - Jinên bajarê Hesekê têkîldarê êrîşê leşkerên rejîma Baasê ya şevê din bertekên xwe wiha anîn ziman, "Leşkeran bê serûber gule direşandin ser sivîlan. Hêzên Asayîşa bajêr em parastin û me gihandin cihên bi ewle."
Li bajarê Hesekê ya Kantona Cizîrê duh saet di 12.50’yî de hêzên rêjîmê êrîşî welatiyên sivîl û benda kontrolê yên li sûka bajar û taxa Neşwa Şerqî kirin. Di encama şerê ku şevê din de heta saet 21.00’an bi dijwarî dewam kir de 14 leşkerên rêjîmê hatine kuştin û fermandarek paya bilind jî di nava 8 leşkerên Sûriyê birîndar bûn. Her wiha di êrîşa hêzên rêjîmê de jin û zarok jî di nav de 8 welatiyên sivîl birîndar bûn. 2 endamên Asayîşê yên ji bo parastina sivîlan ketibûn nava liv û tevgerê jî jiyana xwe ji dest dan. Jinên bajêr hember êrîşê leşkerên rejîmê bertekên xwe anîn ziman.
'Hêzên Asayîşê gel diparêze'
Jina Sûryanî Corcêt Hena bi lêv kir ku ew wek gel di nava ahangiyek de dijîn û wiha pêde çû, "Em li bajarê Hesekê bi hemû pêkhatya weke hev jiyan dikin. Em vê êrîşa rêjîmê şermezar dikin. Ji ber ku dixwazin fitna di nava gelan de çêkin. Lê ew ê nekaribin vê yekê bikin. Ew ê neghên armancê xwe. Hêzên Asayîşê gel diparêze, lê belê leşkerên rêjîmê ditirsin, ji ber vê êrîşê sivîlan dikin. Em selametiya canê şervanên asayîş û şervanan dixwazin."
'Em êdî aramiyê dixwazin'
Nûra Hisên diyar kir ku ew ji Taxa Neşwayê ye û got: "Em li taxa Neşwa tevî malbatê xwe dijîn. Ji ber şerê du em neçar man taxê terk bikin. Gava me hewl dida ji taxê derên leşkerên rejîmê guleyan bê serûber ser sivîlan direşandin. Hêzên Asayîşê parastina me kirin û me girtin cihên ewle. Gelek welatî ji ber guleyê leşkerên rejîmê birîndar bûn. Em êdî aramiyê dixwazin."
'Tenê hêzên Asayîşê dikarin parastina vî gelî bikin'
Şemsa El Elî jî anî ziman ku gava ji sûkê vedigeriyan taxên xwe rastî êrîşê hatine û wiha domand, "Me dît çawa endamên rêjîmê sekvanên xwe li ser xanyê welatiyan bi cih kirine û gule direşînin sivîlan. Me hewl da xwe ji wê qadê dûr bixin. Tenê hêzên Asayîşê dikarin parastina vî gelî bikin."
(rc)