'Qeyûm jêrzemîna paşveçûnê çêdike'
14:58
JINHA
AMED - Li Amedê 69'î endamên STK'yê li hember hewldanên tayînkirina qeyûman û qanûna tûrikê hatin gel hev û daxuyanî li avahiya Baroyê dan çapemeniyê.
Bi pêşengiya 69'î endamên Rêxistinên Civakî yên Sivîl (STK) têkîldarê hewldanên tayînkirina qeyûman û qanûna tûrikê li Avahiya Xizmetê ya Baroya Amedê daxuyanî dan çapemeniyê. Di daxuyaniya ku ji aliyê Serokê Komeleya Karsaz û Pîşesazan Burç Baysal ve hatî xwendin de gelek parêzer û rojnameger amede bûn. Burç diyar kir ku rewşa şerê didome bi tevahî aliyên xwe yê rûxîner derdikeve pêşberê wan û wiha got: "Rewşeke ku denge ya jiyana civakî ser û bin dike, avaniya wê ya demokratîk dihincirîne û pêşveçûna wê asteng dike derdikeve pêş. Ji ber ku dezgehên desthilatiya siyasî di polîtîkayên arasteyî şerî de di nav helwesteke bi îsrar de ne, mixabin derçûna feraseteke bi ger û ya çareserî û li hevhatinî asteng dike, cardin rê û rêbazên ku ji bin bandorên derdora şerî rizgar dikin asteng dike."
'Em qeyûmê qebûl nakin'
Burç bal kişand ku bi zagona tûrikê tayîn kirinên qayûman a arasteyî şaredariyên ku bi îradeya gel hatine hilbijartin derket rojeva Lijneya Giştî ya Meclisê û wiha domand: "Digel ku diyar e zagonên ku beriyani harasteyî rakirina destnedayîni ya parlamenter an hatibûn derxistin, tu têkariyeke ji demokrasiya welêt re dabîn nakejî, niha têxwestin ku zagonên arasteyî rêveberiyên xwecihî werin derxistin. Piştî nîveka sala 2015'yan bi dehan şaredar û endamên meclîsê, bi sedemên cihêreng xistine bin çavan û girtine. Tayîn kirina kayûman a li şaredariyên ku bi hilbijartinê hatine ser kar, dij rabera zagonên netewî, peymanên navneteweyî û rêgezên gerdûnîyên hiqûqê ne jî. Ji bo ji holê rakirina vê dijrabertiyê derxistina biryarnameya di hikmazagonî de (BHZ/KHK) bi tena serê xwe rewşeke derhiqûqî ye û nabe ku were qebûl kirin. Çawa ku em wek rêxistinên civaka sivîl (RCS/STO) dijberiya xwe ya di derbarê tayînkirina qayûman a 26'ê Hezîrana 2016'yan de bi çapemeniyê re parve dikin, em dixwazin bînin ziman ku em nîqaşên tayînkirina qayûman a arasteyî şaredariyan, bi awayê ku ji hêla demokrasiya Tirkiyeyê ve gelek paşve hiştî ya helwesteke siyasî û ji rageşiyê re zemînê çêdike dinirxînin. Gotina bi rêya qayûman ji peywirê girtinan û nêrên xwecihî ku ji hêla gel ve hatine hilbijartin, tê wateya nenaskirina îradeya bi milyonan hilbijêran. Desthilatiya siyasî kurdi her fersendê de sindoqê nîşan dide, bi nenaskirina îradeya ku sindoqê der ketiye re bi gotinên xwe re dikeve nakokiyê."
'Hewceye ku muzakere bê kirin'
Burç destnîşankir ku bi feraseteke navendîparêz bê bandor hiştina rêveberiyên xwecihî û dînamîkên Bajêr û ji nû ve ketina navpêvajoya avakirina qadên sît û bajarên ku di dema ser de rûxiyane, bi wî feraseta îradeya gelî û demokrasiya piranîparêz re hevnayê. Burç darbeya 15'ê Tîrmehê jî bi bîrxist û wiha pêde çû, "Em dixwazin bêjin ku gelên Tirkiyeyê ku di mijara astengkirina teşebûsa darbeyê de înîsîyatîfê girtin, îro bi taybetî bixêzandin a binê xebatên zagonî ya bi çendî caran ku arasteyî îradeya gelên li ser erdnîgariya kurd pêkhatine ji xêza jiyana demokratîk re xizmetê nakin."
Burç di dawiya daxuyaniyê de ev tişt got: "Em dibêjin tekane rêbaza avakirina civakeke demokratîk û kişandina pirsgirêkan a nav çareseriyê diyalog e, muzakere ye. Ji ber vê yeke pêwîst e hêlêndi şer de bilezgînî, bi mebesta dabînkirina mercên muzakereyê vegerin bêçalakîtiyê."
(hk-sg/rc)