Ji Kobanê piştgiriya bi wate

15:49

JINHA

KOBANÊ - Ji gelê Kobanê ji bo bajarên bakûrê Kurdistanê yên bi mehan rastî êrîşê dewleta tirkiyê hatî piştevaniya bi wate.

Welatiyên Kantona Kobanê bi armanca piştevaniya gelê Nisêbîn, Sûr, Gever, Şirnex, Cizîr û Silopî ya bakûrê Kurdistanê berî heyvek dest bi kampanya kiribûn. Gelê Kobanê ku êşa şer û koçberiyê ji nêz ve dizane, ji bo piştgiriya gelê Bakûrê Kurdistanê bike dest bi komkirina alîkariyê kir. Ligel dorpêça li ser kantonê û tengezariya aborî jî, her ferdekê bi qasî hêza xwe, tevlî kampanyayê bûn. Îro encama kampanyaya piştevaniyê bi daxuyaniyek hat ragihandin. Di daxuyaniyê de Hevseroka TEV-DEM'ê Ayşe Efendî, nûner û endamên saziyan cihê xwe girtin.

Eyşeyê diyar kir ku wan li Kantona Kobanê di çerçoveyê xebata piştevaniya bakûrê Kurdistanê komîteyek amedekar avakirine û wiha got: "Komîteyek ava bû û nêzîk mehekê me ev xebat meşand. Di encamê de 28 milyon lîreyên Sûriyê hate komkirin. Ev alîkarî aliyê wê yên madî zêdetir, aliyê wê yê menewî girîng e. Gelê bakûrê Kurdistanê di destpêka şoreşa Rojava, bi teybetî ji bo Kobanê hemû ketin nav seferberiyê. Sînor rakirin, bi sedan ciwan hatin vir şehîd bûn. Her wiha alîkariyeke mezin a madî jî kirin."

Eyşeyê gotina Serokomar Recep Tayîp Erdogan ya "Tevahî sînor xeta sore" bi bîr xist û wiha pêde çû, "Gelê bakûrê Kurdistanê û Kobanê gotin "Em sînoran û xetên sor nas nakin", dema gelê Kobanê koçî bakûrê Kurdistanê kir, gelê bakûr di çerçoveyê xebatê piştevaniyê de hemêzê xwe vekir. Gelê bakûrê Kurdistanê hemû koçberên Kobanê bi dilgermî pêşwazî kirin. Ji bo piştgiriya berxwedana Kobanê ya li dijî çeteyên DAIŞ`ê her roj nobet li ser sînora Pîrsûs û Kobanê dihat girtin. Dayik û bavên şehîdan dest ji parastina sînor bernedan û nehêştin çete ji wir derbasî Kobanê bibin. Îro alîkariya ku hatiye komkirin ji bo piştgiriya bakurê Kurdistanê ne bese. Divê gelê Rojava tevî hemû êrîşan, tevlî çalakiyên piştgiriya bakûrê Kurdistan bibin. Em tucarî sînoran qebûl nakin û wê gelê kurd li her çar aliyê Kurdistanê rabe li ser piyan û van sînoran ji holê rakin."

Daxuyanî bi berzkirina dirûşmeya "Bijî berxwedana gelê bakûr" û "Ji Kobanê heya Îmraliyê hezar silav" dawî bû.

(ze-be/rc)