'Em ê êrîş û tundiya ser çapemeniyê qebûl nekin'

16:21

JINHA

AMED - CRA girtina Rojnameya Ozgur Gundem û binçavkirina 24 xebatkarên çapemeniya azad şermezar kir.

Cemiyeta Rojnamegrên Azad (CRA) derbarê girtina Rojnameya Ozgur Gundem û binçavkirina 24 xebatkarên çapemeniya azad bi civîna çapemeniyê şermezar kir. Daxuyanî li Salona Konferansa Şaxa ÎHD'ê ya Amedê pêk hat. Ligel Serokê ÎHD'ê ya Amedê Racî Bîlîcî gelek nûçegîhan tevlî daxuyaniyê bûn. Nûçegihanan di daxuyaniyê de Rojnameya Gundem ya ku bi manşeta "Em ê serî netewînin" hildan.

Hevseroka CRA'ê Nevîn Erdemîr li ser navê rojnamegeran diyar kir ku êrîş û astengî hember Gundemê ne yekem care pêk tê. Nevînê anî ziman ku dewlet çiqas êrîş bike û astengî derxe, ew ê wek rojnamegerên azad xebatên xwe bi domîn in. Nevînê êrîşên di sala 92'an de ya li hember Ozgur Gundemê bibîr xist û ev tişt got: "Ji destpêka weşana rojnameyê û şûn de li ser Gundemê bi hezaran êrîş û astengî hate kirin. Lê ligel hemû êrîş û astengiyan xebatkarên rojnameyê li ber xwe dan û karên xwe dan meşandin. Niha jî di ser rojnameyê de girtin û hempişeyên me girtin binçavan. Em vê yekê qet qebûl nakin û bi tund şermezar dikin."

Lîjneyê Rêveberiya Cemiyeta Rojnamegerên Azad Kubra Soylemez jî anî ziman ku Rojnameya Ozgur Gundemê tu carî li hemberî êrîşan serî ne tewandiye, mîrateya Gurbetelî Ersoz û Musa Anteran ji gelê kurd re ragihandiye. Kubrayê desnîşan kir ku Gundem her tim bûye dengê gel, rastiyê û wiha pêde çû: "Lewra em jî wek Cemîyeta Rojnamegerên Azad êrîş û astengiyên li ser rojnameyê şermezar dikin."

Piştî axaftina Kubrayê Serokê ÎHD'ê Racî Bîlîcî jî axivî û di serî de êrîşa li ser rojnameyê bi tund şermezar kir û got tu hêz nikare mafê ragihandinê astgen bike.

Daxuyanî bi dirûşmeya "Çapemeniya Azad nayê bêdengkirin" bi dawî bû.

(kom/rc)