Ciwanên Amûdê nerazîbûn nîşanî êrîşên Îranê dan

16:39

JINHA

AMÛDÊ – Ciwanên Amûdê şîdeta rejîma Îranê li ser ciwanên Kurd bi daxuyaniyekê şermezar kirin.

Desteya Ciwan û Sporê a bajarê Amûdê ji bo şîdet û zordestiya rejîma dîktator a Îranê li ser ciwanên Kurd daxuyanî dan û bang li ciwanan kirin ku li pêşberî êrîşan xwe biparêzin. Di daxuyaniya ku li ber navenda Desteya Ciwan û Sporê ya bajarê Amûdê hate xwendin de, endam û rêveberên YCR, YCR û Desteyê jî amade bûn. Daxuyanî ji hêla rêvebera Desteya Ciwan û Sporê Mizgîn Silêman ve hate xwendin.

Mizgîn êrîşên rejîma Îranê ku li ser ciwanan zêde bûye û polîtîkaya îdamkirina Kurdan bi bîrxist û got: "Em wek Desteya Ciwan û Sporê ya Kantona Cizîrê, êrîşên dewleta Îranê li ser gelê Kurd û ciwanan bi tundî şermezar dikin. Ciwanên ku ji bo azadiya gelê xwe têdikoşin û neheqiyên rejimê qebûl nakin, tên îdamkirin. Di demên dawî de hejmarek pir ciwanên Kurd di bin navê dijîtiya xwedê dikin de têne darizandin. Ciwanên Rojhilatê Kurdistanê yek hedefa wan heye ew jî rastiya rejîmê ji cîhanê re ragihînin, lê bi awayeke hişk û neheq rastê şîdetê hatin."

Mizgîn bilêv kir ku weke Desteya Ciwanên Kantona Cizîrê banga hestiyariyê li saziyên navnetewî dikin û wiha domand: "Em wek Desteya Ciwanan a Kantona Cizîrê bang li rêxistin û saziyên mafê mirovan ên navnetew dikin ku li vê rewşê mûdaxele bikin û bertek nîşanî kiryarên dewleta Îranê bidin."

(rh/bc/zt)