'Bi giyana 15'ê tebaxê minbic hat rizgarkirin'

16:51

JINHA

TIL TEMIR - Navenda Pêwendiyên Dîplomatîk a Kongreya Star li Til Temir bi boneya rizgariya Minbicê û salvegera 15'ê Tebaxê daxuyaniyek da.

Navenda Pêwendiyên Dîplomatîk a Kongra Star a bajarê Til Temir, li ber navenda Kongreya Star bi amadebûna rêveber û endamên rêxistin û saziyên jinan ji bo pîrozkirina 15'ê Tebaxê û rizgariya Minbicê ji destên çeteyan daxuyaniyek dan. Daxuyanî ji hêla rêvebera Navenda Pêwendiyên Dîplomatîk a Kongreya Star Eliya Oglo ve hate xwndin.

Eliya di serî de îşare bi tecrîda girankirî ya li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan kir û got: "Em bi tu awayî vê tecrîdê qebûl nakin. Divê herkes ji bo rewşa Rêber Apo bikeve nav liv û tevgerê. Em wek jinên Bajarê Til Temir rizgarkirina Minbicê ji hêla Meclîsa Leşkerî ya Minbicê li tevahiya gelê xwe pîroz dikin. Ev gaveke dîrokiye ji bo jiyana azad û wekhev di navber gelan de. Ji bo jinên Minbicê ev mizgîniya jiyaneke nû ye."

Eliya wiha dewam kir: "Em vê serkeftinê, li hemû gelên cîhanê jî pîroz dikin. Bingeha vê serkeftinê pêngava 15'ê Tebaxê ye, bi fikir û felsefeya Rêber Apo pêşketiye. Bi ruhê 15'ê Tebaxê îro Minbic hate rizgarkirin. Em van serkeftinan li ruhê azadiyê şehîd Feysel Ebû Leyla û hemû şehîdên azadiyê pîroz dikin. Azadiya Rêber Apo azadiya hemû jinên cîhanê ye. Emê jî ji bo azadiyê têkoşîna xwe bidomînin.”

Daxuyanî bi çepik û dûruşmeyên 'Bijî berxwedana Minbicê' dawîbû.

(sş/en/zt)