Ji bo editorê Ozgur Gundemê rakin nexweşxanê serlêdan kirin

17:05

JINHA

STENBOL -Ji bo edîtorê Ozgur Gundemê Bayram Balci yê di bin çavan de û pirsgirêka wî ya tenduristiyî heye, daxwaza sewqkirina nexweşxaneyê hat kirin.


Piştî biryara girtina rojnameya Ozgur Gundemê, di serdegirtina rojnameyê de edîtorê rojnameyê Bayram Balci yê ku hat binçavkirin 2 hefte berê emeliyata fitiqê bûbû, li ser vê parêzeran daxwaza sewqkirina nexweşxaneyê kirin. Bayram ku ji duh bi şev ve li Qereqola Kasimpaşayê di bin çavan de ye û nerihetbû, li benda şandina nexweşxaneyê ye.


Her wiha ji xebatkarên rojnameyê M. Ender Ondeş û Firat Yeşîlçinar jî ji ber ku nikarin dermanên xwe bi kar bînin, hat zanîn ku ji ber prisgirêkên tenduristî nerihet bûne.


(kom/zt)