Dayikên Aştiyê rojnama Ozgur Gundemê belav kirin

18:37

JINHA

AMED – Endamên Meclisa Dayikên Aştiyê yên ku ji bo 'Nobeta Azadiyê’ bi boneya girtina rojnama Ozgur Gundemê û bi darbkirinê binçav kirina xebatkarên wê Belavkariya Firadê ziyared kirin. Paşê jî dayîkên derketin belavkirina rojnamê gotin: “Bê xwestin li cihê zarokên xwe em ê derkevin kolanan û nûçeyan bişopînin û rojnamê belav bikin.”

Di çarçova “Nobeta Azadiyê” ya ku ji aliyê KJA yê ve hatî despêkirin de Dayikên Aştiyê li gel astengiya polisan jî li Sumerparkê hatin bahev û daxuyanîdan. Piştî daxuyaniyê dayîk li Salona Resapsiyonê 3 saetan sekinîn û di aliyê pêvajoyê de nirxandin kirin. Paşê dayîkan sitran gotin û lilîlî bilind kirin. Piştî bernama li Sumerparkê dayikên ji Riha, Êlih, Dîlok, Mêrdîn, Sêrt û Amedê tevlî çalakiyêbûyî li gel parlementerên Amedê Feleknas Uca û Sibel Yigitalp û parlementera Rihayê Dilek Ocalan ji bo girtina rojnama Ozgur Gundemê Belavkariya Firadî ziyaret kirin. Dayikên li wê daxuyanî dan diyar kirin ku dê li rojnamê xwedîderkevin, bê xwestin dê li kolanan şona zarokên xwe nûçeyan bişopînin û rojnamê belav bikin.

'Bêxwestin em ê derkevin nûçeyan û rojnamê belav bikin'

Ji Dayikên Aştiyê Havva Kiran da zanîn ku li gel hemû tindiyan ew ê her dem li gel rojnamê û rojnamegeranbin û wiha domand: “Bêxwestin em dayik em ê li cihê zarokên xwe derkevin kolanan û nûçeyan bişopînin û rojnamê belavbikin. Kes nikare rojnama me bigire û dengê me kêm bike. Em ê desturê nedin vê.”

'Tindî me zêdetir bihêz dike'

Editora Azadiya Welat Ziyan Karahan jî sipasiya dayikan kir û got: “Çi dibe bila bibe, çiqas êrîş bikin bila bikin dê cardin rojnama me derkeve û bigihe gelê me. Piştî her êrîşan em hîn zêdetir bihêz dibin. Em ji bo alîkariya dayikan carekdin sipas dikin. Em dizanin ku em hemûyan bigirin jî dê dayikên me derkevin kolanan nûçeyan bişopînin û rojnameyan belav bikin.”

Piştî axaftina Ziyan dayikan dest bi belavkirina rojnamê kirin.

(bc-fu/zt)